13 dagirker hatin kuştin
Sêşem 3 Kanûn 2024 - 02:45
HPG'ê bîlançoya şer a meha Mijdarê eşkere kir. Di 47 çalakiyên gerîla de 13 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan fermandarekî payebilind bû. Hate ragihandin ku gelek alavên dagirkeran hatin îmhakirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Gelê Kurd û fedaiyên wê bi coş, kelecan û biryardariyeke mezin a têkoşînê dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. Bi hêza îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa şehîdên me dimeşin, bi îdîaya serketinê û baweriyeke mezin dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava meha Mijdarê de têkoşîneke bênavber meşandin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger li ber xwe dan.
40 caran sûcê şer kirin
Dewleta Tirk a dagirker di nava meha Mijdarê de 6 caran bi droneyên bombebarkirî û 40 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de qadên berxwedanê 270 caran bi balafirên şer û 140 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombe kir. Hêzên me bi wêrekî û performanseke mezin li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de 47 çalakiyên cuda yên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de yek jê fermandarekî payebilind, 12 jê leşkerên ji bo pereyan şer dikin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kepçeyek, wesayiteke zirxî, sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse, drone û gelek malzemeyên dagirkeran hatin îmhakirin.
Bîlançoya şer a meha Mijdarê
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Êrîşên bi balafirên şer: 270, Êrîşên bi helîkopteran: 140, Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 6, Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 40
Çalakiyên gerîla û kuştiyên dijmin
Çalakiyên giştî yên gerîla: 47, Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 12, Hejmara payebilindên hatin cezakirin: 1, Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 7
Amûrên hatin tine kirin û derb kirin
Kepçe: 2, Wesayita leşkerî ya zirxî: 1, Sîstema radarê: 1, Kameraya mobesse: 4, Drone: 6, Çeper: 1, 60 kg teqemenî, Helîkopterên êrîşê: 1, Kepçe: 2, Kameraya mobesse: 1, Projektor: 1, Çeper: 1"
BEHDÎNAN