- Gerîlayan di çalakiyên li Zê, Metîna û Xakurkê de 13 dagirker kuştin. Hêzên gerîla her wiha 6 dagirker birîndar kirin 3 çeper îmha kirin. HPG´ê da zanîn u di êrişên dewleta Tirk ên piştî çalakiya li Enqerê de ti tişt bi hêzên wê nehatiye.
Piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê, dewleta Tirk êrişên hewayî pêk anîn. HPG’ê jî diyar kir ku ti windahiyên gerîlayan çênebûne û got, “Li dijî van êrişên nemerdane, hêzên me gelek çalakî kirin. 13 dagirker hatin cezakirin û 3 çeper hatin îmhakirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi çalakiya mezin a hevrêyên me Rojhat û Erdal ku mîlîtanên fedayî yên Tabûra Nemiran in, derbeke giran xwar. Dewleta mêtinger êrişên giran ên dijwar pêk anîn. Di 21 bomberdûmanên hewayî de ti tişt bi hêzên me nehat û dijmin encam wernegirt. 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 20 caran jî bi dronên bombebarkir çeperên me bombe kirin û careke din sûcê şer kir.
Hêzên me li dijî van êrişên nemerdane gelek çalakî kirin. Di van çalakiyan de; 13 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û 3 çeper hatin îmhakirin.”
HPG’ê li ser van çalakiyan û êrişên dagirkeran kite bi kite agahî dan:
Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)
1′ê Cotmehê di saet 09.00’an de bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerek hate cezakirin.
1′ê Cotmehê di saet 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
2′ê Cotmehê di saet 10.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin, du dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.
2′ê Cotmehê di saet 12.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
2′ê Cotmehê di saet 15.30’an de bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerek hate cezakirin.
2′ê Cotmehê di saet 17.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dar xist.
Li Herêma Metînayê
28′ê Îlonê di saet 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.
29′ê Îlonê di saet 16.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.
1′ê Cotmehê di saet 10.50, 11.50 û 12.00’an de bi çekên giran 3 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.
1′ê Cotmehê di saet 16.00 û 16.18’an de bi çekên giran 5 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 3 çeper hatin îmhakirin.
2′ê Cotmehê di saet 15.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.
1′ê Cotmehê di saet 14.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.
2′ê Cotmehê di saet 16.30’an de bi taktîka sizmayê li hemberî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê çalakî hat lidarxistin. Ji nêzîk ve bi rengekî bi bandor bi çekên ferdî li 7 dagirkerên kom bûyî, hate xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan xwedî rutbe bû. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li dar xist.
Li herêma Xakurkê
1′ê Cotmehê di saet 12.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin.
1′ê Cotmehê di saet 14.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin.
Êrişên artêşa Tirk bi sîlehên qedexekirî
1′ê Cotmehê di navbera saet 08.00 û 11.00’an de 4 car, 2’ê Cotmehê di navbera saet 08.00 û 15.00’an de 16 caran; bi giştî 20 caran bi dronên bombebarkirî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.
1′ê Cotmehê di saet 17.30’an de 1 car, 2’ê Cotmehê di saet 11.15, 11.45 û 22.35’an de 3 caran; bi giştî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.
Êrişên din
30′ê Îlonê û 1’ê Comtehê Gundê Şikêra ya herêma Garê, Kanîsarkê, qadên Deşta Kafyayê 5 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 5 caran, Qada Berxwedanê ya girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, Qada Gundê Bêşîlî, Serê Metîna ya herêma Metînayê 3 caran, qadên Girê Savaş, Qada Newrozê û Gundê Zergelê yên herêma Qendîlê 6 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.
BEHDÎNAN