Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê hatin qetilkirin, bi mehan e çalakiya nobeta edaletê li dar dixe. Malbatê bang kir da ku xelk li devê Edliyeya Rihayê wan û çalakiya wan bibîne, destekê bide wan.

Xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji heman êrişê birîndar filitîbû, çalakiya xwe ya nobeta edaletê îro 128 roj in, dewam dike.

Di roja 127'an a çalakiyê de yanî doh, malbata Şenyaşar serê sibehê li ber edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir.

Li ser hesabê Twitterê jî bi navê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "Tiştên ku 3 sal in bi serê me de hatine, heta ku yek nebîne nikare fêhm bike. Jixwe, bila bi serê kesî neyê... 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin. Mirov matmayî dimîne? Kî dixwaze vê bibîne, em li ber edliyeyê ne, bila bên."

RIHA