124 dagirker hatin kuştin
Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:05
- HPG’ê bîlançoya Mijdarê ya şer eşkere kir. Li gorî vê di Mijdarê de gerîlayan 193 çalakî li dar xistine û 124 dagirker kuştine. HPG´ê da zanîn ku di şer de Mijdarê 4 gerîla jî şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a Mijdarê eşkere kir. HPG´ê got, “Hêzên gerîla yên fedaî ku bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, di nava şert û mercên herî giran de hewl didin bi rola xwe rabin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de mîsyona xwe ya pêşengiyê ji bo karibe her kêliyê û li her derê bi cih bîne, fedakariyeke mezin bêteredût dikin û bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derdikevin."
Di dewamê de HPG´ê bal bire ser berferehiya cihê şer lê diqewime û got, “Artêşa Tirk a dagirker di Mijdarê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve êrişên li dijî hêzên me dewam kirin. Artêşa dagirker derfetên xwe hemû, teknîka şer a serdemê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên me bi kar anîn, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon kirin û tevî vê yekê negihîşt armanca xwe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çeperên şer û tunelan de li hemberî hêzên me yên berxwedêr sûcên şer kirin, êrişên hovane bi rengekî bêperwa dewam kirin, ji xeta Kurd a xiyanet û nokeriyê heta dawiyê piştgirî wergirt, lê dîsa jî bê encam ma.”
Gerîla şer mezin kir
Di dewamê de HPG´ê behsa xurtiya gerîla di şer de wiha kir: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî êrişên dijmin hemûyan jî xwe û çeperên xwe parastin, bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedaî yê Apoyî destanên berxwedanê nivîsandin. Bi helwêsteke ku tawîzê ji dilsoziya bi xeta şehîdan, rêbaza jiyanê û îdeolojiya Apoyî nadin, gerîlayan têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin kir. Di meha damezrînerê ya partiya me PKK'ê de performansa şer bilind kir û bi operasyonên şoreşgerî û çalakiyên bi bandor, salvegera damezrandinê ya 45’an pêşwazî kir. Bi taybetî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li Metînayê di şeva salvegera damezirandina partiya me de pêk hat û çalakiyeke di cih de û bi wate bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor ê xwe disipêre tunelan, çeperan û meydanê, bi performansa bilind û hostatiya taktîkê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û medya wê ya şerê taybet, hewl da ku derbên ji gerîla xwarin û kuştiyên xwe veşêre, lê belê rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê bi belgeyan bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin. Careke din hate piştrastkirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a israra di şer de, her wiha êrişên artêşa Tirk ên xwe dispêrin teknîkê, nikarin encamê bi dest bixe.
4 gerîla şehîd bûn
Ji pêşengên operasyonên şoreşgerî yên Mijdarê, hevrêyên me Ciwan Welat (Fatîh Bûlût), Andok Adil (Ramazan Bîlal), Botan Raperîn (Saît Songulalp) û Egîd Kobanê (Mahmûd Îbrahîm) bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."
Bîlançoya meha Mijdarê
HPG´ê weke li jêr bi daneyan bîlançoya şer jî eşkere kir:
Êrişên artêşa Tirk a dagirker:
Êrişên bi balafirên şer 140, Êrişên bi çekên kîmyewî 124, Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî 133, Êrişên bi droneyên bombebarkirî 103.
Çalakiyên gerîlayan:
Çalakiya kemînê 1, Çalakiyên sabotajê 7, Çalakiya gerîla ya koordîneyî operasyonên şoreşgerî 2, Çalakiyên sekvaniyê 30, Şer û çalakiyên lêdanê 52, Çalakiyên bi çekên giran 99, bi giştî 193 çalakî.
Hêjmara dagirkerên hatin cezakirin 124, dagirkerên birîndar bûn 1.
Amûrên hatin tinekirin:
Wesayîta leşkerî ya tîpa Reo 1, Wesayîta zirxî ya bi tîpa Ejder 1, Drone 7, Sîstema kamera ya mobesse 6, Çeper 20, Kon 23.
Amûrên derb xwarin
Kepçe 1, Radar 1, Çeper 52.
Çek û amûrên leşkerî yên desteserkirî:
Çeka BKC 1, Çeka bombeavêj 1, Çeka MPT-55 2, şarjorên çeka MPT-55 12, Amûra pîvandinê 1, Dedektor 1, Dûrbîna çekê 2, Telefona satelîtê 1, Telefonên destan 2, Dûrbîna termal 1, Powerbank 2, Kincê ji bo baranê 4, Mont 2, Êlekê Êrişê 1, Çente 5, Kincê leşkerî 1, Kask 1, Çenteyê tenduristiyê 1, Termos 1, Lepik 1, Kêr 2.
BEHDÎNAN