122 rojan li tunelên Werxelê

În 18 Mijdar 2022 - 02:14

  • Dijmin nekarî îradeya me bişikîne. Şerê me encameke bi vî rengî li pey xwe hişt. Dîrokeke berxwedanê ya ji 122 rojan li pey xwe hişt. Dijmin bi vî rengî têk çûye. Cihgirtina li nava vê berxwedanê ji bo min rûmet e.

ZERYAN RÊVAN/BEHDÎNAN / ANF

 

Artêşa Tirk 17'ê Nîsana 2022’yan li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo dagirkirinê dest bi êrîişê kir. Gerîlayên li van herêman bi lehengî û destanî li ber xwe dan. 

Gerîlaya YJA Starê Zeryan Esmer Botan ku bi xwe di nava vî şerî de cih girt, qala 122 rojên li Keleha Berxwedanê ya Werxelê kir.

Zeryan Esmer Botan got, "Li gel perwerdeya rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî, me timî xwe ji şer re amade dikir. Ji cebilxaneyê heta bi lojîstîkê, me hewl dida li gelek nuqteyan amadekariya xwe temam bikin. Girê Werxelê li qadê cihekî stratejîk e. Hem li ser aliyê Avaşînê hem jî li ser beşek ji Zapê û herêma Sîdayê serwer e. Ji bo me pêvajoyeke gelekî giring bû. Her hevalê li ser gir texmîn dikir ku wê operasyonek bê kirin û her heval xwedî kelecaneke mezin bû. Di çavên şervanên li Tunelên Şer ên Werxelê de ev kelecan hebû."

Zeryan Esmer Botan bi bîr xist ku êrişa dagirkeriyê ji bo wê tecrûbeya pêşîn bû û wiha dewam kir: “Ez û hevalek, li cihekî dûrî hemû hevalan rûniştibûn û me nîqaş dikir, bê ka operasyon wê kengî dest pê bike. Ev şer ji bo min şerê destpêkê bû. Ji nêz ve dîtina dijmin û tevlîbûna li nava şer, kela canê mirovî radikir. Mirov di wê kêliyê de difikirî, divê bersivê bide pêvajoyê, ji ber ku em di pêvajoyeke gelekî hesas de bûn. Piştî ku dijmin hêza xwe li Werxelê danî, komek ji hevalan piştî plansaziya çalakiyê, kete nava liv û tevgerê.

 

Moral da min

Çalakiya me ya destpêkê kela canê me hemûyan rakir. Serketina çalakiyê ji bo her hevalî bû moral. Di heman demê de biryardariyeke mezin hebû ku em ê dijmin li vir têk bibin. Çalakiyên li dijî dijmin bênavber dewam kirin. Artêşa Tirk derbên giran xwarin, giranî da ser êrişên li ser Werxelê ya Avaşînê. Di vê pêvajoya çalakiyan de me îradeyeke leşkerî ya ku li hemberî me şer bike, nedît. Nehatin ku sîng bi sîng şer li hemberî me bikin, ti carî newêrîn vê yekê bikin. Ji bo bikevin hundirê tunelekê hema bibêje bi hev re şer dikirin. Yekî digot, tu biçe, yê din digot tu biçe. Nizanîbûn bê ji bo çi şer dikin û ketine ku derê.”

 

Çekên kîmyewî bi kar anîn 

Zeryan Esmer Botan paşê behsa bikaranîna sîlehên kîmyewî kir û got, “Bi êrişê re dijmin dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir li hemû deriyan bi kar anîn. Ji ber ku me li hundir tedbîr wergirtibû, bandor li me nekir. Her ku dijmin dihate ber devê tunelê, gerîla bi çalakiyan bersiv dida. Dijmin rê û rêbazên ku nayê bîra mirovan, bi kar dianî. Yek ji rêbazên herî hovane jî bikaranîna gazên sinîr bû. Bêhna vê gazê tine bû. Zerar dida sinîrê mirovan. Bandora vê gazê gelekî zêde bû. Dibû sedem ku mirov ji hişê xwe biçin, mîna madeyeke narkotîkê beden ditevizand, bêhal dikir, nedihişt ku mirov tevbigere, bifikire. Liv û tevgera mirovan dikir mîna yên zarokekî. Tişta tu diaxivî yan jî te dikir, ne bi zanebûn bû. Bêguman gazên hatin bikaranîn bandor li me hemûyan kir, li hemberî vê bandorê me hin derman bi kar anîn, hin rêbaz bikaranîn, lê belê sê hevalên me ji ber vê gazê şehîd bûn. 

 

Ji bo min rûmet e

Zeryan Esmer Botan got, wan heta dawiyê bi hev re ked daye, li gel hev mane û şer kirine: "Îradeyeke heta dawiyê hebû. Dijmin nekarî îradeya me bişikîne. Şerê me encameke bi vî rengî li pey xwe hişt. Dîrokeke berxwedanê ya ji 122 rojan li pey xwe hişt. Dijmin bi vî rengî têk çûye. Cihgirtina li nava vê berxwedanê ji bo min rûmet e."

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.