122 kes mirin 83 hezar kes penaber bûn

Nûçeyên Cîhan

În 24 Sibat 2023 - 01:34

Li Somalîlandê di nava du hefteyên dawî de di şerê navbera milîsên ser bi hikûmeta Somalî û hêzên alîgirê serxwebûnê de herî kêm 122 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Somalîlandê sala 1991'ê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ji Somaliyê ragihandibû. Somalîland ku li qada navneteweyî kêm tê naskirin, hîna jî ji aliyê gelek dewletan ve weke eyaleteke Somalî tê dîtin.

Li herêma Las Anod a Somalîlandê, van du hefteyên dawî şerekî giran diqewime.

Midûrê nexweşxaneyeke deverê, Ehmed Muhemed Hesen ji AFP'ê re got, di şerê navbera milîsên ser bi hikpmeta Somalî û hêzên alîgirê serxwebûnê de 96 kes hatine kuştin, 560 kes jî birîndar bûne. Lê hejmara giştî ya kuştiyan li gorî çavkaniyên cihê ji 122´yê bihuriye.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku di şerê ji 6´ê Sibatê ve heta niha 83 hezar kesan xwe avêtiye bextê welatê cîran Etîyopyayê û li wir bûne penaber.

Hikûmeta Somalîlandê hefteya derbasbûyî bi yekalî agirbest ragihandibû. Ew milîsên ser bi hikûmeta Somaliyê ji şer berpirsyar dibîne.
Şer meha bihurî, piştî kuştina karsazekî deverê destpê kir. Milîsan piştî vê bûyerê, xwest ku Las Anod a ser bi Somaliya cîran ve bê girêdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.