• Di çalakiyên tîmên bi tevger û gerîlayên li tunelên şer de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, droneyek jî hate îmhakirin.

Di çalakiyên tîmên bi tevger û gerîlayên li tunelên şer de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, droneyek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got,
"Di çalakiyên hêzên me de yên tîmên bi tevger û li tunelên şer, 9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn û droneyek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 18 caran jî bi balafirên şer û 12 caran bi helîkopteran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”

Agahiyên kite bi kite yên li ser çalakiyan jî wiha ne

Li Metînayê 

11'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombeyan li tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî bibarînin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin.

Li Zê (Zapê)

Sibeha 11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş derbên giran li dagirkeran hatin xistin; van dagirkeran hewl dida ber bi Dola Şîvê ve bi pêş ve biçin. Li vê derê şerekî giran qewimî û herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, droneyek jî hate îmhakirin.

Agahiyên li ser vî şerî dema eşkere bû wê bêne parvekirin.

11'ê Hezîranê saet di 14:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Karker bi pêş ve biçin, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, yên mayî jî di nava panîkê de li qadê belav bûn. Li hemberî dagirkerên li qadê belav bûn jî bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerekî din hate cezakirin. 

BEHDÎNAN