12 dagirker hatin kuştin

Duşem 12 Kanûn 2022 - 00:11

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê di 12 dagirkerên din li Kurdistanê kuştin. HPG´ê da zanîn ku di 4 rojan de dewleta Tirk 154 caran sûcê şer kiriye û sîlehên kîmyewî bi kar anîne. 

HPG’ê bi daxuniyeke nû ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Gerîlayan çeperek jî rûxand û derb li wesayîteke leşkerî xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de; 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û derb li wesayîteke leşkerî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Berxwedanê; 4 caran bi çekên kîmyewî, 22 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir.”

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir

 

Li Zê (Zapê)

10’ê Kanûnê saet 09:30’an li qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 dagirker ceza kirin.

10’ê Kanûnê saet 10:00’an li qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 dagirker ceza kirin.

10’ê Kanûnê saet di navbera 10:00 - 15:00 de dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi çekên giran bûn hedefa tîmên me yên bi tevger..

10 ‘ê Kanûnê saet 17.00‘an li qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger derb li dagirkeran xistin. Dagirkerek hate cezakirin, çeperek hate rûxandin.

10’ê Kanûnê saet 17:30’an dagirkerên ku xwestin dûyê bi jehrê yê ji şewitandina lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk ên li pêşiya çeperên şer ên li herêma Çemçoyê derdiketin ber bi çeperên şer ve bişînin û bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebaran bikin, bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê vekişin.

10’ê Kanûnê li herêma Çemço ya Zapê tîmên me yên bi tevger derb li wesayîteke leşkerî xistin.

 

Li Metînayê

9’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker xwest ber bi qada Şehîd Andok a herêma Girê Ortê ya Metîna ve bi pêş ve biçe. Dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin tesbîtkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan hate xistin. Hate zelalkirin ku di şerê dijwar ê heta êvarê de, herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî ku dagirkeran derb xwar gavekê vekişiyan, 7 caran bi balafirên şer û herî kêm 13 caran bi helîkopterên êrişê dever bombe kirin û piştre bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe ji herêmê rakirin.

10’ê Kanûnê saet di 09:00 û 11:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi qada Şehîd Andok ve bi pêş ve biçin, ji nêz ve 2 caran bi bombeyên destan û çekên ferdî derb li wan hate xistin. Di çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 14:30’î de dîsa dagirker bûn hedef û bi taktîka sabotajê derb li wan hate xistin. Li herêmê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer dewam dike.

Helîkopterên Skorsky ên 10’ê Kanûnê xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî dakevin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

 

Li Xakûrkê

10’ Kanûnê saet di 14:50’an li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.

 

Sûcên şer ên dagirkeran

10’ê Kanûnê di navbera saet 16:30 û 17:30’an de çeperên şer ên hêrêma Çemçoyê ya ser bi Şêladizê ya navçeya Amêdiyê, 4 caran bi çekên kîmyewî hat bombekirin.

HGP´ê pêr jî dabû zanîn ku hêzên Tirk di nava 3 rojan de (7,8 û 9´ê Kanûnê) 150 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Di heman daxuyaniyê de HPG´ê da zanîn ku 2 dagirker jî di çalakiyên gerîlayan de hatine kuştin. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.