• Subhan Feyroz xwedî pêdawîstiyên taybet e, lê ev 14 sal in ji bo komkirin û arşîvkirina stranên Hewramî dixebite. 

Subhan Feyroz xwedî pêdawîstiyên taybet e, lê ev 14 sal in ji bo komkirin û arşîvkirina stranên Hewramî dixebite. Subhan heta niha kariye gelek stranên Hewramî arşîv bike, her wiha pirtûk û nivîsên Hewramî çap bike.

Subhan Feyroz ji sala 2008’an ve “Navenda Siyaçemane” damezrandiye û kar ji bo parastin û arşîvkirina çand û hunerê Hewramanê dike.

Niha jî 1100 stranên Hewramî yên hunermendên Hewramanê li gel 12 destnivîs û 16 pirtûkan arşîv kirine û çap kirine.

Derbarê kar û xebatên xwe de Subhan Feyroz dibêje, “Sala 2008’an li Xurmalê me Navenda Siyaçemane ji bo komkirin û arşîvkirina çand û hunerê Hewraman damezrand. Piştre me navenda xwe veguhest parêzgeha Helebceyê.”

Subhan dibêje, navenda wan tenê taybet nîne bi stranan, di heman demê de ew di warê wêje, huner, çand, karên dest, zindîkirina karên li Hewraman hebûn û niha namînin, dixebitin. Subhan got, em cûdahiyê naxin nava Hewramî û Soranî, her wiha giringiyeke taybet bi Kakeyiyan didin.

Subhan heta niha 16 pirtûk nasandine û çap kirine. Her wiha 1100 stranên Hewremanê xistine kasêt û kom kirine. Subhan pirraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê kom kiriye.

Her wiha Subhan ji du hezar destnivîsan, 12 destnivîsên Mehmudxanî Dizlî û Mehmudxanî Kanî Sanayan ji wezareta derve ya Îranê wergirtine û berdewame di anîna nivîsên din de.

Subhan behsa armanca projeya xwe wiha dike: “Armanca me parastina ziman û çanda Hewremanê ye ku metirsiya tinebûnê li ser heye. Ji ber ku stran ziman e û dikare li hemû malan bigere.”

ROJNEWS/HELEBCE