11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Şemî 8 Hezîran 2024 - 02:45

Di çalakiyên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Avaşîn û Metînayê lidar xistîn de, 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 kon hatin tine kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî dan:

Li Herêma Avaşîn

1’ê hezîranê di saet 10.50’an de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîka sabotajê li wesayîta leşkerî ya bi tîpa Reo ya jenerator barkirî, hate xistin. 5 dagirkerên di hundirê vê wesayîtê de hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Wesayîta leşkerî, jenerator û malzemeyên leşkerî yên di hundirê wesayîtê de hatin tine kirin.

Li herêma Heftanîn

6’ê Hezîranê di saet 12.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Kendal hate xistin.

Li herêma Metîna

6’ê hezîranê di saet 19.40’an de bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên nîv otomatîk, baskê duyem ê çalakiyê jî; bi çekên ferdî ji navberek nêz li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 kon jî hatin tine kirin.

Li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

6’ê Hezîranê di saet 09.27’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

6’ê Hezîranê di saet 11.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

6’ê Hezîranê di saet 18.03’yan de bi çekên giran li wesayîta ku sîstema radarê lê hatibû barkirin û sîstema parastina hewayî ya îrtîfa ya ayîdê artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encama çalakiyê de wesayît û sîstemên li ser derbeyên giran xwarin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

6’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombe kirin.

6 û 7’ê Hezîranê qadên Berdeqalşo, Şehîd Cihan, Girê Zergelê û Kortek ên herêma Qendîlê 25 caran, qada Gûzê ya herêma Garê carekî, Qadên Berxwedanê ya Bazê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, bi giştî; 33 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.