- Ev 11 car in ku dewleta Tirk bang li Yadê Emîne Şenyaşar kir, da ku biçe îfadeya xwe bide. Şenyaşar bi gotina, ‘’Kê hevserê min û du kurê min kuştin?’’ bersiv da pirsên dozger.
Ev 11 car in ku dewleta Tirk bang li Yadê Emîne Şenyaşar kir, da ku biçe îfadeya xwe bide. Şenyaşar bi gotina, ‘’Kê hevserê min û du kurê min kuştin?’’ bersiv da pirsên dozger.
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de dabûn destpêkirin di roja 289’an de didome. Doh serê sibehê, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li “Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” a li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kir. Piştî demeke kurt, polês çûn cem wan û bi hinceta “heqaret li peywirdarê cemaweriyê” kiriye, ji bo ku îfadeyê bide, dozgeriyê cara 11’an xwest Emîne Şenyaşar biçe edliyeyê.
Diyar bû ku ji ber gotinên wê yên di roja 241’ê de ku bi serûmê çûbû ber edliyeyê û di roja 245’an de ku zêdetirî 100 dayikên aştiyê hatibûn serdana wê, xwestine Emîne Şenyaşar îfadeyê bide. Kurê Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar nerazîbûn nîşan da û got, ew ê bersiva “Kê hevserê min û 2 kurên min kuştin?” bide hemû pirsên li dozgeriyê jê bên pirsîn. Dayik û kurê xwe ji bo îfade dayînê bi parêzerên xwe re çûn edliyeyê. Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba etîket kir û wiha nivîsî: “Em sermaxwarina li ber Edliyeya Rihayê tercîh dikin, li şûna ku em li malê di bin zilmê de bimînin. Bila ev jî şerma qalkirina hiqûq û edaletê ya li Tirkiyeyê be.”
RIHA