104 welatiyên Elman rehîn in

În 10 Hezîran 2022 - 22:48

  • Dewleta Tirk 104 welatiyên Elman rehîn digire.

REWŞAN DENIZ

Dewleta Tirk 104 welatiyên Elman rehîn digire. Li gorî daxuyaniya wezareta karê derve ya Elman, di hepsên dewleta Tirk de 55 welatiyên Elman girtî ne û 49 kesên din jî ne di hepsê de ne, lê li wan hatiye qedexekirin ku ji Tirkiyeyê derkevin. Wezaretê da zanîn ku îsal dewleta Tirk nehiştiye 3 kes bikevin nav axa Tirkiyeyê. Wezaret îdîa kir ku di destê wê de ti agahî nînin, ka kesên li Elmanyayê mafê wan ê manê heye lê ne welatiyên Elman in û di heman rewşê de çend in. Li gorî texmînan tevî kesên wiha, hejmara rehîneyên dewleta Tirk ên ji Elmanyayê wê bigihîje 200’î. 

Parlamentera federal a Partiya Çep a Elman Gokay Akbulut, pêşnûmapirs li ser welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê rehîn, dabû hikûmeta Elman. Akbulut got, "Çend welatiyên Elman û kesên mafê wan ê îqameyê li Elmanyayê heye, li Tirkiyeyê girtîne, derheqê çend kesan de biryara qedexeya derketina derveyê Tirkiyeyê hatiye dayîn yan jî çend kes bi şertî kontrola edlî divê biçin qereqolê û îmze bikin, û ji ber wê nikarin ji Tirkiyeyê vegerin Elmanyayê?"

55 girtî ne, 49 jî qedexekirî

Li ser navê hikûmetê, wezareta karên derve ya Elman bersiv da û got, 55 welatiyên Elman di hepsên Tirk de girtî ne, li 49 welatiyên Elman jî hatiye qedexekirin ku ji Tirkiyeyê derkevin. Wezaretê got, kesên ku Tirkiye nahêle bikevin nav erdên wê jî, tenê heger miracaetî meqamên Elman bikin, ew pê dihisin û îsal ew bi 3 rewşên wisa hisiyane. 

Wezaretê îdîa kir ku li ber destê wan agahî nin li ser kesên li Elmanyayê mafê wan ê îqameyê heye û li Tirkiyeyê girtî ne, yan jî derketina wan a ji Tirkiyeyê qedexe ye. Parlamenter Gokay Akbulut, texmîn dike ku tevî van kesan hejmara kesên ku dewleta Tirk wan rehîn digire û ji Elmanyayê yan jî li Elmanyayê bûne, dibe ku bibe 200.

Agahiyan nedin dewleta Tirk

Gokay Akbulut got, li Elmanyayê hikûmet guheriye, lê helwêsta beramberî Tirkiyeyê neguhertiye. Wê wiha dewam kir: “Hikûmeta federal divê xwedî helwêsteke wêrektir be beramberî Erdogan, muxalifên ji Tirkiyeyê xurt bike.” Akbulut bi bîr xist dewleta Tirk gelek kesan tenê ji ber parvekirinên di meyda dijîtal de bi tohmetên weke ‘Heqareta li serokkomarê Tirk’ bi ‘endametî yan jî alîkariya rêxistinê’ tawanbar dike. 

Akbulut bi bîr xist ku bi awayekî neqanûnî li Elmanyayê ji sala 1994’an ve agahiyên li ser komele û endamên komeleyên Kurdan bi saziyên îstîxbarî û polês re tên parvekirin û tirsa xwe ya parvekirina van agahiyan bi meqamên Tirk re îfade kir. Wê got, “Hikûmet divê eşkere bike ka van agahiyan çiqasî bi meqamên Tirk re parve dike.

Dewleta Tirk ji ber xebatên siyasî û çandî gelek kesan digire û destûrê nade ku ji Tirkiyeyê derkevin. Ji ber wê yekê, nabe ku bi ti awayî agahiyên endamên komeleyan bigihîjin ber destê saziyên dewletên derve.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.