• 104 peyayên Ezîdî yên di êrişa DAÎŞʼê ya gundê Koço de hatibûn qetilkirin doh bi merasîmekê li gundê Koço hatin definkirin. Meclîsa Xweseriyê ya Şengalê da xuyakirin ku wê hesab bipirsin.

Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê DAÎŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an dema êrişî Şengalê kirin, bi armanca qirkirinê bi ser civaka Ezdayetiyê de çûn û komkujiyeke mezin kirin. Di êrişê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û di serî de jin û zarok bi hezaran kes jî hatin revandin û niha jî aqûbeta gelek jin û keçên Ezdahî nediyar in.

Li Şengalê yek ji devera pêşî bû hedefa DAÎŞʼê gundê Koço bû. Kesên li vî gundî hatibûn kuştin bi komî di goran de hatibûn veşartin. Piştî ku cenazeyên di van goran de hatin derxistin ji bo testa DNA’yê biribûn Bexdayê.

Rojên borî bi tevlîbûna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazim û gelek rayedarên Iraqê ji bo 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço li Bexda Merasîmek hatibû lidarxistin. Doh jî cenaze li gundê Koço bi merasîmekê hatin definkirin. 104 peyayên Ezdahî yên bi tekbîrên Ellah-û Ekber hatibûn kuştin dîsa bi ala li ser nivîsandî Ellah-û Ekber hatin veşartin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û ew rojên bi êş ji nû ve di bîra her kesî de hatin; rondik barandin û giliyê xwe kirin çima kesî Ezdahî neparastin. Hêviya xwe anîn ziman da ku paşerojê careke din bûyerên bi vî awayî nebin bêhtir hewldan hebin.
Di merasimê de tinebûna nûnerên PDKʼê bal kişand. Yek kesên ji êrişê rizgarbûyî Nadya Mûrad jî rêveberiya Bexdayê rexne kir ku çima Ezdahî neparastine.

Em ê hesab bipirsin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî şehîdên Koço bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê yek bi yek hesab ji yên bûne sedema fermanê bipirsin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "104 cangoriyên me hatin oxirkirin û bi sedan ji wan hîn hestiyên wan nehatine derxistin, bi navê MXDŞ'ê em vê pirsê dikin; ên ku doh li ser cenazeyên van şehîdan daxuyanî dan, roja 15'ê Tebaxa 2014'an li ku bûn û çi dikirin? Yên ku Şengal firotin çima heta niha nehatine darizandin û cezakirin?"
Meclîsê diyar kir, yên ku bûne sedema van komkujiyan hîn jî li ser kar in û wiha dewam kir: "Îro dixwazin Şengalê û komkujiyên li ser Êzidiyan ber bi aliyekî din ve bibin. Mîna ku tiştek nekirine û her tişt normal e, tevdigerin."

Meclîsê bal kişand ser destwerdana hêzên derve li Şengalê û destnîşan kir, ku tişta dixwestin bi destê DAÎŞ'ê bikin, niha dixwazin bi xwe li Êzidxanê bikin. Dijminê vê olê, baweriyê û çandê careke din dixwazin fermanê li Êzidiyan rakin. Lê belê ji destpêka fermanê heta niha em ji bo azadî û xweseriya Êzidxanê şehîdan didin. Em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em ê yek bi yek hesab ji kesên bûne sedema komkujiyê bipirsin."

NAVENDA NÛÇEYAN