1000 deng ji bo PKK’ê

Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:15

  • Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî' bêhtirî hezar rewşenbîr û siyasetvanên navdar bang kir da ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin.

Li meydana navneteweyî 1000 kesayetên naskirî xwestin ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.

Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li dijî êrişên dagirkeriyê û qedexekirina PKK'ê, li cîhanê nerazîbûn zêde dibe.

'Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî' kesayetên ji 30 welatî yên li meydana navneteweyî naskirî, ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, bang kir da ku xelk tevlî kampanyayê bibe.

1003 kesan di 13'ê Kanûna 2021'ê de (doh) mohra xwe danî binê kampanya 'Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin'.

Di daxuyaniya kampanyayê de hate gotin, "Yek ji deverên ku şerekî giran lê diqewime û drameke mezin a mirovahiyê lê heye, Kurdistan e. Li Kurdistanê, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, înkar û asîmîlasyonê dewam dikin. Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan di bin navê 'têkoşîna li dijî teror û terorîzmê' de li Tirkiye /Bakur, Sûriye/Rojava û Iraq/Başûr her cûre şideta dewletê rewa dikin.”

Sûcên dewleta Tirk gelek in

Hezar kesayetî îşaret bi sûcên dewleta Tirk jî kir: "Dewleta Tirk ku mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurd nas nake, partiyên Kurd ên li parlamenê, parlamenter, hevşaredaran bi 'endametiya rêxistina terorê' sûcdar dike. 3 hezar akademîsyenên ku rexne li polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurdan kirin, bi sûcdariya 'piştgiriya ji bo rêxistina terorê' ji zanîngehan hatin avêtin. Bi sedan rojnamevan bi sûcdariya 'endametî û propagandaya ji bo rêxistina terorê' hatin dadgehkirin û girtin.

Dewleta Tirk bi hinceta 'têkoşîna li dijî terorîzmê' Rojava dagir kiriye; artêşa Tirk û endamên DAIŞ'ê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirine.

Desthilatdariya Erdogan gelek caran bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barandin ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û gelek mirov qetil kirin. Mîna vê yekê, Kurdên Êzîdî yên li Şengalê jî bi balafirên şer bi rêk û pêk têne bombekirin.

29 rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên li cîhanê navdar ên ku ev êrişên bêperwa yên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan dîtin, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re 'Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî' ava kirin. Vê înîsiyatîfê 5'ê Mijdara 2021'ê daxuyaniyek da û li dijî sûcdariyên teror û terorîzmê bang li rewşenbîrên cîhanê kir da ku li ber van sûcdariyan rabin û xwestin PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin."

Kê înîsiyatîf damezrand

Di nava damezrînerên Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî' kesên navdar ên li jêr hene: Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya Awusturyayî Elfriede Jelinek, Fîlozofê Slovenyayî Slavoj Žižek; Edîtor û hunermenda DYE'yî Janet Biehl, Berdevka Partiya Piştevaniya Efxanistanê Selay Ghaffar, Wekîlê Spanyayî yê Parlamena Ewrûpayê Miguel Urbán Crespo, Fîlozofê Xirvatistanî Srećko Horvat; Dîrektorê Giştî yê Înternasyonal a Pêşverû David R. K. Adler, Parlamenterê Konseya Ewrûpayê û Senatorê Îtalyayî Roberto Rampi, Wezîrê Berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero, Senatorê Spanyayê yê Baskî Gorka Elejabarrieta Díaz, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiye (EUTCC)/Norwêc Prof. Kariane Westrheim, ji Fransayê nivîskar û edîtor Nils Andersson, Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê ya Fransa/Joel Dutto, endama damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo ya Arjantînî Nora Cortinas, Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê ya Danîmarkî Pernille Frahm, Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling û gelek kesên din hene.

Li ser banga înîsiyatîfê parlamenterên Parlamena Ewrûpayê, parlamenterên meclîsên neteweyî û herêmî; senator, serokên partiyên siyasî, şaredar, sendîka, nûnerên sendîkayan, akademîsyen, rojnamevan, hiqûqnas, rêveber û nûnerên rêxistina mafên mirovan, rêveber û nûnerên rêxistinên jinan, hunermend û rêxistinên aştiyê, bi giştî 1003 kesan got, 'Na ji qedexekirina PKK'ê re' û xwest PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.