
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 100 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, bi şahiyekî girseyî mezûn bûn.
Şahî li Dibistana Şehîd Koçerîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, şaxê Saziya Perwerdeyê yê Mexmûrê peyamek da. Xwendekar Guneş Tang peyam xwend û got, “Em weke şaxê Saziya Perwerdeyê yê Mexmûrê, bang li tevahî gelê Kurd dikin û dibêjin, parastina ziman, parastina nasnameyê ye û dest ji nasnameya xwe bernedin.”
Mamosta Mustefa Ergen jî têkildarî mezûniyeta xwendekaran got: “Îro encama 12 salên perwerdê ya xwendekarên me ye. Em gelek kêfxweş in ku li vir nifşekî nû li ser çand û zimanê dayikê perwerde dikin. Xwendekarên me şayanê pîrozkirinê ne. Em wek mamoste û malbatên van xwendekaran, di tevahî jiyana wan de serketinê dixwazin û hêvî dikin, her yek ji wan bibe pêşengek ji bo civaka me.”
Piştî axaftinan, navê xwendekarên mezûn bûne, hatin xwendin û li ser navê xwendekaran jî Helena Babat axivî. Helena Babat jî serketin ji tevahiya xwendekaran re xwest û malavahiya tevahiya mamostayan kir.
Piştî wê, sînevîzyonek li ser jiyana xwendekarên mezûn bûne hat nîşandan û li pey wê, koma govendê derket ser dikê û govend gerand.
MEXMÛR/ROJNEWS















