Navenda Parastina Gel (NPG) derheqa berxwedana gerîla de ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk zêdetirî 100 rojan berdewam dike, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye: “Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpêkirin, îro (doh) dikeve roja xwe ya 100’î. Ti guman têde nîne armanca esasî ya dewleta Tirk ji vê êrîşa dagirkeriyê ya dayî destpêkirin, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Her wiha dixwest hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Li ser vî bingehî dixwaze demek kin Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, weke qonaxa duyemîn jî, Başûrê Kurdistanê  armancên xwe yên li ser herêmê pêk bîne dike hedef. Lê li dijî vê, berxwedana di serî de li Mamreşo, Zendûra, li Avaşîn û Metîna berxwedanên girîng-dîrokî hatine kirin, vê berxwedanê hêviyên dewleta Tirk a qirker-mêtinger di qirika wan de hiştine. Di vî warî de berxwedana ku gerîlayan di serî de li Zap, Metîna û Avaşîn, dîsa li Bakur û Başûr dayî destpêkirin, encamên girîng bi xwe re aniye. Bi desteka xurt a gelê me û dostên em ve, ev berxwedan di roja xwe ya 100’î de li hember mêtingeriya Tirk bûye vînek xurt.

Îro berxwedan hê xurtir dom dike

Di nava 100 rojên borî de artêşa Tirk bi çeteyên li gel, tevî bikaranîna her cûre teknîkê jî, îro nekariye li herêma Avaşîn tevgera dagirkeriyê pêk bîne. Niha li Avaşîn, Wexelê, Girê Sor, xeta Stûnê, li gelek deverên din berxwedan û tevgera gerîla vê yekê vekirî nîşan dide. Ev pêvajoya berxwedanê ya li Mamreşo, Zendûra û Şehîd Serdar destpêkirî, bi pêşengtiya fermandarê bi nirx Serhat Giravî û Saryayan îro gihiştiye astekî bilind bi dest xistiye. Artêşa Tirk a li Dola Konferansê û Dola Mara bêencam hişt, ji bo li Werxelê û Girê Sor encam bigire, hê dorfirehtir ketiye nava hewldanan. Nêzî 2 meh in, li du nûqteyên cuda yên berxwedanê yên li Werxelê û dîsa li hemberî kelha berxwedanê ya Girê Sor, tevî ku bi dehan car çekên kîmyewî û teknîk hate bikaranîn jî, nekarîn bixîne, îro berxwedan hê xurtir dom dike. Hemû fermandar û şervanên li herdu tûnelên şer ên li Werxelê û Girê sor berxwedanê bi ruhê fedayî bilind dike, li ser navê rêveberiya giştî ya tevgerê û Fermandariya Navendî silav dikin, ji ber vê berxwedana lehengiyê hemû hevrêyan pîroz dikin. Berxwedana ku ew niha bi cesaret û fedakiyeke mezin birêve dibin, li rûpelên herî bi rûmet ên dîroka têkoşîna me cih digire û nûnerên roja em ya îro ya ruhê fedayî ya Apo’yî ye.’’   

BEHDÎNAN