Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.
Bê şert û merc berdin
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de ragihand ku pêwîste rayedarên Herêmê tavilê cihê Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bike û bê şert û merc azad bike, her wiha dawî li tacîza ser rojnamevanan bînin.
CPJ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku gelek dosyayên binçavkirin, girtin û êrişên li ser rojnamevanan li Herêma Kurdistanê bi belgeyan hatine qeydkirin.
Rêzê li dengên cuda bigrin
Serokê Navenda Mafên Mirovan a Iraqê Elî Ebadî revandina rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Karên bi vî rengî navê Iraqê reş dike, ji ber wê revandina Silêman Ehmed a ji aliyê PDK’ê ve berovajiyê yasaya partiyane. Di aliyê yasayî de PDK rûbirûyê pirsgirêkên mezin dibe. Yasaya partiyan ku li Parlementoya Iraqê deng li ser hatiye dayîn, karê partiyan diyar kiriye.”
Serokê Navenda Mafên Mirov a Iraqê Elî Ebadî eşkere kir ku divê ji beriya binçavkirina her rojnamevanek biryarek zelal a binçavkirinê ji aliyê dadwer ve hebe û haya sendîkaya rojnamevanan ji biryarê hebe û got; “Em daxwaz dikin ku daxuyaniyek zelal li ser sedemên revandina Silêman Ehmed were dayîn. Divê malbata wî were agahdarkirin û cihê wî were eşkerekirin. Kiryarên bi vî rengî yên li beramberî rojnamevanan tên kirin, ji aliyê civaka navneteweyî ve xirab tên nirxandin. Pêwîste rêz li dengên azad were girtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN