10 dagirker kêm bûn

În 3 Îlon 2021 - 01:37

  • Gerîlayên Kurdistanê derban li dagirkeran dixin. Li Tendureka Agiriyê 10 dagirker mirin. Gerîlayan li Avaşîn û Zagrosan jî derb li dagirkeran xistin. Gerîlayan jehra li dijî warên berxwedanê yên li Avaşîn û Zagrosan tê bikaranîn jî bêkêr kir.

HPG’ê ragihand ku li herêma Tendurekê di çalakiya gerîla de 2 çawişên pispor hatine kuştin. Hate ragihandin ku li heman deverê wesayiteke zirxî ya dagirkeran di kendêl wer bûye û di encamê de 8 dagirkerên din mirine. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand. HPG’ê got, “29’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Navrê yê li devera Tendurekê ya navçeya Bazîdê ya ser bi Agiriyê, dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Saet di 02:30’î de yekîneyeke operasyonê ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û ji cihekî nêz ve, hêzên me li wan xist. Di vê çalakiyê de 2 çawişên pispor hatin cezakirin.

Dagirkeran piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî xwestin dest li cihê çalakiyê werdin û wesayiteke zirxî di kendêl wer bû. Di encamê de 8 dagirker mirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku di vê operasyonê de derbeke giran xwar, 1’ê Tebaxê neçar ma vekişe.

Jehra wan bêkêr derbên gerîla bikêr in

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 1’ê Îlonê saet di navbera 14:00-17:00 de li herêma Avaşînê, hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman xist. Di van çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, gerîlayan bi rengekî serketî li wan xist.

Li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê; 1’ê Îlonê saet di navbera 08:00-08:10’an de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Cîloyê Piçûk barand. Dagirkeran piştî vê êrişê, xwest ber bi qada berxwedanê ve biçin, lê hêzên me ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xist. Di encama destwerdana berxwedêrên me de dagirker neçar man vekişin.

Werxel kela berxwedanê ye

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê; 1’ê Îlonê saet di navbera 14:00-02:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û 7 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Roja aştiyê şer befereh kir

28’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di dema vê operasyonê de deverên Mewuşkê, Korta Xanê, Besta Blûzerê, Girê Firinê, Şehîd Armanc, Xirbik û Apê His bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi devera operasyonê ket. Ev operasyon hîna jî dewam dike.

1’ê Îlonê saet di navbera 07:10-15:10’an li herêma Garê gundên Şiyê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.