- Nûnerê CPT li Başûrê Kurdistanê, Kameran Osman: "Li Bamernê balafirxaneyek leşkerî ava kiriye û bi kûrahiya 45 kîlometreyan ketiye nav xaka Başûr. Yanî ya dewleta Tirk niha dike, bi temamî dagirkerî ye, wekî din ti pênaseya wê nîne."
IDRÎS KARA
HEWLÊR
Balafirên şer ên dewleta Tirk 24’ê Tebaxê navçeyên Pênciwên û Şarbajêr yên Silêmaniyê bi dijwarî bombebaran kirin. Balafiran rasterast xelkê sivîl, bax û baxçeyê welatiyên herêmê kir hedef. Tevî vê, heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê êrişan de daxuyaniyek jî nedaye.
Nûnerê Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîmên Avakirina Aştiyê-CPT) Kameran Osman ji me re peyivî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, bi taybetî êrişa li dijî navçeyên Şarbajêr û Pênciwên ên ser bi Silêmaniyê, armanca dewleta Tirk ya ji êrişan, bêdengiya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ya li dijî êrişan û ziyanên di êrişê de gihiştine welatiyan.
Kameran Osman destpêkê da zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk 24’ê Tebaxê saet 06:25’an, 28 caran navçeya Şarbajêr û Pênciwên ên ser bi Silêmaniyê bombebaran kirine. Wî got, gundên Qizilsa, Hunyawa, Wilyawa yên Şarbajêr, 2 gundên Pênciwên, gundên Rengênew, Şêxilmarên û 2 gundên din ên Şarbajêr hatine bombebarankirin.
Hedef sivîl bûn
Kameran Osman wiha behsa hedefa êrişê kir: “Di van gundan de ti gerîlayê PKK’ê nebû, yanî ti kesên çekdar di van gundan de nebûn. Ev êriş ne li dijî gerîlayên PKK’ê bû. Bi taybetî xelkê sivîl kirine hedef. Bax û baxçeyê welatiyan kirine hedef. Wek mînak li gundê Rengêne xaniyek welatiyan hedef hatiye girtin û bi erdê ve bûye yek. Li gundê Şêxilmarên gora Hacî Hisên ku kesayetek navdar û tê nasîn e, hedef hatiye girtin û bi temamî xirakirin. Kaniyek avê û pirek jî hatine tinekirin.”
Haya hemûyan pê xistine
Kameran Osmam di dewama axaftina xwe de got, wana weke tîma CPT li wir lêkolîn kirin û zerer û ziyana çêbûyî di rapora serêsalê de wê bê eşkerekirin. Kameran Osman got, wana li ser êrişa dawî ya dewleta Tirk konsolosên Emerîka, Brîtanya, Kanada û Fransayê yên li Herêma Kurdistanê agahdar kirine.
Armanc berferehkirina şer e
Nûnerê Tîmên Avakirina Aştiyê yê li Kurdistan û Iraqê, Kameran Osman derbarê armanca dewleta Tirk jî got; “Dewleta Tirk dixwaze herêma şer berfireh bike, yanî şer ji Sindiya Zaxo bigihîne heta Pênciwênê. Tirkiye dixwaze şer berfireh bike û desthilata xwe zêde bike. Tevî ku gerîlayekî PKK’ê jî li wan herêman nîne, Tirkiye dixwaze ji xelkê re bêje, hebûna PKK’ê li wan cihan li ser jiyana we metirsîdar e. Dixwaze vê peyamê bide xelkê herêmê.
Qonaxeke nû ya dagirkeriya dewleta Tirk
Tirkiye li Rojhilata Navîn xwe ji qonaxeke nû re amade dike, ji bo wê jî dixwaze hîn zêdetir bikeve nav xaka Herema Kurdistanê û dagir bike. Heger nikaribe bi awayekî rasterast li nav bajaran bi cih bibe jî, bi rêya qereqolan vê yekê dike. Mînak, li Herêma Sîdekan bi kûrahiya 35 kêlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê, li Heftenînê 20 kîlometreyan ketiye nav xakê. Li Bamernê balafirxaneyek leşkerî ava kiriye û bi kûrahiya 45 kîlometreyan ketiye nav xaka Başûr. Yanî ya dewleta Tirk niha dike, bi temamî dagirkerî ye, wekî din ti pênaseya wê nîne.”
Kameran Osman got, ew her car serdana cihên tên bombebaran dikin: “Li wan herêman peywendiya me bi xelkê herêmê re heye. Li gorî lêkolîn û çavdêriya me heta niha PKK’ê tikes nekuştiye, birîndar nekiriye. Bax û baxçeyê kesî jî talan nekiriye.”
116 sivîl hatine kuştin
Kameran Osman bal bire ser bêdengiya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ya li dijî êrişan û got; “Li Batûfa Dihokê 2 geştiyarên Ereb şehîd bûn, rewş gihiştiye wê astê ku êdî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq, xwe naxe berpirsê welatiyên xwe. Ji Tebaxa 2015’an ve, 116 sivîl di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, 139 kes jî birîndar bûne. Lê Iraq û Herêm ti helwêst nîşan nedane, bêdeng in. Mînak li Şarbajêr û Pênciwên bombebaran çêbûye, heta niha ne Parlamen, ne jî Serokatiya Herêmê û Hikumetê daxuyaniyek nedane.”
Bombekirina nexweşxaneyan bûye adet
Kameran behsa êrişa ser nexweşxaneya li Şengalê jî kir û got; “Li Şengalê nexweşxaneyek hate bombebaran kirin, 4 karmendên nexweşxaneyê şehîd bûn û 13 welatiyên medenî jî birîdar bûn. Ev bi xwe sûcê şer e, li gorî Peymana Cenevreyê jî ev sûcê şer e. Par jî li Şarbajêr nexweşxaneyek hate bombebarankirin, lê hîn jî ew nexweşxane weke xwe xirabe ye û nehatiye çêkirin.
Lihevkirinek heye
Kameran Osman li bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêmê ya hemberî êrişan jî wiha peyivî: “Ti delîl di destê me de nîne, lê li gorî tê dîtin, dema em li van bûyeran dinihêrin, lihevkirinek heye.”
Bi alîkariya NATO´yê sivîlan qetil dike
Kameran Osman dibêje, ew weke tîma CPT li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşiyê li êrişên dewleta Tirk bigirin jî hewl didin: “Em wek Tîma CPT li ser zerer û ziyanên bombebaranan raporan amade dikin û li ser van mijaran li welatan semîneran didin. Em li Herêma Kurdistanê jî bi nûnerên Hikûmetê re diaxivin û li ser mijarê rêxistinên din jî agahdar dikin. Em hewl didin dengê welatiyên sivîl bigihînin derve û bi rêxistinên navneteweyî re hemahengiyekê çêkin. Ev karên me hemû ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk in. Xasma li Emerîkayê gelek çalakiyên me çêdibin, rêxistina me rêxistinek Emerikî ye û bi berpirsên hikûmetan re li ser mijarê diaxivin. Em ji wan re dibêjin, alîkariya ku Tirkiye ji NATO werdigire, li hemberî welatiyan bi kar tîne û sivîlan şehîd dike.”
Rêxistina CPT
Christian Peacemaker Teams (Tîmên Avakirina Aştiyê yên Xirîstiyan-CPT) rêxistinek navneteweyî ya kêmkirina şidetê û parastina mafên mirovan e. Ev rêxistin bi wan civakan re mexdûrên şidet û zordariyê ne, dibe alîkar, binpêkirinên mafên mirovan belge dike û doza çareseriyên bê şidet dike. Navenda rêxistinê li Emerîkayê ye.
Ji sala 2002 heta 2006’an Tîmên CPT´yê li Bexdayê bi cih bûn û li herêmên navîn û başûrê Iraqê xebitîn.
Ji sala 2006´an ve ev tîm li Başûrê Kurdistanê bi cotyar û şivanên Kurd ên mexdûrê êriş û bombebaranên dewletan, çalakvanên civaka sivîl û rêxistinên din re lêkolînên xwe dike û raporan amade dike. CPT ji bilî Başûrê Kurdistanê bi bernameyên xwe yên li Kolombiya, Filistîn, Herêma Egeyê, Kanada, DYE û projeyên cihêreng ên li herêmên din ên cîhanê bi parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî û înîsiyatîfên bê şidet re hevkariyê dike.