'Zirav’a diyetîsyen Zalê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Hezîran 2022 - 22:18

  • Diyetîsyen ​​Zalê, agahiyên bikêrhatî li ser rûpelê xwe ya Kurdî ya bi navê Zirav dide. Ew her wiha qala xwarinên di çanda Kurdan de jî dike. 

DENIZ YILDIZ / STENBOL

Diyetîsyen ​​Zalê, agahiyên bikêrhatî li ser rûpelê xwe ya Kurdî ya bi navê Zirav dide. Ew her wiha qala xwarinên di çanda Kurdan de jî dike. Zalê balê dibe ser giringiya xizmetguzariya bi Kurdî, ji jin û mêrên Kurd jî xwest ku di warê ziman de hestiyar bin.

Diyetîsyen Zalê (Zeliha Avag Yeşilmen) ji navçeya Dihê ya ser bi Sertê ye û 33 salî ye. Li gund ji dayik bû lê li Stenbolê mezin bûye. Dibistana seretayî û amadehiyê li Stenbolê xwendiye û du salan Zanîngeha li Mûşê xwendiyê, piştre li Stenbolê xwendina xwe ya zaningehe dewam dike.

Zalê beşa diyetîstentiye qedandiye û kare xwe yê yekem li aramxanê (stargeha kalûpîran) dike. Piştre li du nexweşxaneyên teybet dixebite. Ev 5 sal in karê diyetîsyentiye dike û Mijdara 2021’ê ofisa xwe ya teybet vekir. Lê ew her wiha li ser rûpelê xwe ya instagrame 'Zirav’ê jî agahiyên bikerhatî bi Kurdî parve dike. 

'Ji bo Kurdî ne mezin bû ji bo min mezin bû’

Sala 2013’an gava dayika wê nexweş dikeve, wê xwestiye bi Kurdî tiştekî bike. Di wê pêvajoyê de wê dublaja Kurdî jî dikir: “Ez bi wan dublajan diwestiyam, lê min bi wê xwe rehet his dikir. Ji bo Kurdî ne tiştekî mezin bû, lê ji bo min tiştekî mezin û giring bû.” 

Dayika wê hingê bi pençeşêra zeblotê ketiye. Bi xwendina xwe ya diyetîsyeniyê ew bi qedr û qîmeta xwarinê û têkiliya wê ya bi nexweşiyan re dihise. Li ser meselê ew wiha dewam dike: "Diya min bû wesile ku ez rûpelê Zirav vekim. Diya min kemoterapî dibû. Dema ku çû ba doktor, nikarîbû xwe bi rehetî îfade bike. Dema nexweş bû, wê nikarîbû ya dilê xwe ji doktor re bibêje. Ji ber vê, nexweşiya wê bi pêş ve çû. Heger ne wisa bûya, belkî teşxîs zû hatiba kirin. Dayika min sala 2016’an rehmet kir. Wê demê min rûpel vekir. Min di demên dawî de behse xwarine ji dayika xwe re dikir. We ji min re got, 'belkî îro xêra vê êdî li min nebe, lê belkî xêra te li dayîkeke din bibe.' Li ser vê gotina wê berpirsiyariya min du qatan zêde bû. Min Zirav vekir da ku ez alikariya gelek dayikan bikim.”

Kî bi Tirkî biaxive wê firaxan bişo

Zalê di rûpelê xwe ya bi navê Zirav de agahiyên bi Kurdî parve dike. Meseleya Kurdî jî karê bavê wê bûye: “Bavê min gelek qedr û qîmet dide zimanê Kurdî. Di mala me de ji bilî Kurdî em bi ti zimanen din nediaxivîn. Dema ku yek ji me bi Tirkî diaxivî jî bi şûştina firaxan dihat cezakirin.”

Niha zewicî jî ew li navmalê tenê bi Kurdî dipeyive. Ew wextekî çûye dersên Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê jî û dixwaze xwe di ware Kurdî de bi pêş bixe.

Zalê anî ziman ku ji ber hin sedeman demekê rûpelê wê neaktîf bûye û di dema pandemiyê de dîsa rûpel aktîf kiriye. Ew wiha behsa hingê dike: “Dema ku min rûpel îhmal kir, min xwe baş his nedikir. Min biryar da ku ji nû ve rûpelê xwe aktîv bikim û zedetir xwe bigihînim mirovan. Heta ji destê min tê, ez tiştan parve dikim. Ez têgehên bijîşkî hêsan dikim.”

Û xelk jê re dibeje, ew ji vî karê wê razî ye. Hin kes jî bi xêra rûpelê xwe digihînin xizmetên wê yên diyetisyeniyê jî. Zalê. Ew bi Kurdî hem li buroya xwe û hem jî online xizmetê dike.

Zalê dibêje, jinên Kurd bi qedrê zarok û hevjînên xwe dizanin, lê bi yê siheta xwe nizanin û di warê xwarinê de xwe paşguh dikin. Ew li ser giringiya xwarinê dibêje: “Îro mirov emeliyat bibe jî tekiliya wê bi xwarine re heye. Heta aliye xwarinê baş nebe, ti tişt baş nabe.” 

Şîretên diyetisyen Zalê 

Baş e, xwarineke baş çawa ye Zalê dibêje, “Sebze û fêkî li ser sifreyên Kurdan cihekî pirr kêm digirin. Xwarinên goşt, şorbeyên bi goşt, nan-pîde û tiştên bi ard çedibin û savar herî zêde tên xwarin. Kurd herçî karbonhîdrat, proteîn û rûn e, gelek tiştan dixwin, lê herçî vîtamîn, mîneral û lifan in, kêm xwarinê dixwin. Ew biraştin û sorkirinê tercîh dikin. Ji ber vê yekê rêjeya qelewbûn û rûngirtina kezebê di nav Kurdan de pirr zêde ye. Wekî din, hilbijartina xwarinê ya xelet, amadekirina wê ya xelet, rêbazên pijandinê û veşartinê jî weke pirsgirêk hene.  Xwarina zêde ya goşt ne baş e, bandorê li pergala dehandinê dike û dibe sedema gelek nerehetiyan di mîdeyê de, yên weke êşa mîdeyê, gaza di rûvîyan de, kramp û nepixînê. Ji ber vê, divê bi goşt re xwarinên wek seleta û sebze bên xwarin. Divê di nava rojê de av û tiştên biav bên zêdekirin.

Xwarina zêde ya rûn jî bandoreke xirab li ser zirav û pankreasê dike. Wexta mirov gelek goşt bixwe ev yek dibe sedem ku aşikê ûr zêde asîtê çêke. Yek ji zirarên zêde xwarina goşt kolesterolê bilind e. Kesên bi tansiyona bilind, şekir û nexweşiyên dil bi wan re hene, divê xwarina goşt kêm bikin da ku pêşî li nexweşiyên muhtemel bigirin.” 

Wekî din kesên ku dixwazin bi sihet bijîn, dikarin herin cem diyetisyen Zalê. Ew ji bo guhertina adetên xwarinê alîkar dibe û hên dike ka di rewşên cihê de mirov çawa bi sihet xwarinê bixwe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.