'Zindanîkirina Ocalan weke ya me ye'

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:12

  • Dayîka Şehîd Êzdîn, Nûra Xidir dibêje, ji derveyî Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên wî, ti kesî tiştek ji bo Şengalê nekiriye û bi ya wê, ji ber vê jî dayîkên Êzîdî dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.

Dayîka Şehîd Êzdîn, Nûra Xidir dibêje, ji derveyî Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên wî, ti kesî tiştek ji bo Şengalê nekiriye û bi ya wê, ji ber vê jî dayîkên Êzîdî dixwazin Rêber Ocalan azad bibe.

13’ê Mijdara 2015’an Şengal ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG-YPJ’ê û ciwanên Êzîdî ve ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Dayîka şehîd Êzdîn ê di pêngava rizgarkirina Şengalê de şehîd bûbû, Nûra Xidir têkildarî girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzîdî û salvegera rizgarkirina Şengalê axivî.

Nûra Xidir bi bîr dixe ku yên Şengal rizgar kirin, zarokên wan bûn û wiha dipeyive: “Hemû, zarokên me bûn, ji bo rizgarkirina Şengalê şer kirin û şehîd bûn.”

Dayê Nûra Xidir, dide zanîn ku ji derveyî  Rêber Ocalan û gerîlayên wî, ti kesî tiştek ji bo Şengalê nekiriye: “Ji derveyî Serok Apo ti kesî tiştek ji bo me nekir. Serok Apo şervan û gerîlayên xwe bi hewara me ve şandin.”

Dayê Nûra dibêje, ji ber vê dayikên Êzîdî dixwazin Rêberê wan ji zîndanê derkeve: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye.

Em dayikên Êzidî û dayîkên şehîdan dixwazin azad bibe. Zîndanîkirina wî weke zîndanîkirina me ye.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.