- “Mirov wê her tim bixwazin pirtûkek di destê wan de hebe. Weşanxaneyek di roja îroyîn de divê ji her cureyên belavkirinê fêhm bike. Bi demê re em ê jî xwe nû bikin, hê jî nivîs efsûniya xwe geş digire, helbet dijîtalbûn jî çiqas diçe bi qewet dibe. Dijîtal wê nivîsê nekuje, nivîs jî wê pêşiya wê negire, herdû jî qewet didin hev.”
XASÊ CÛNÊ
Zevî, weşanxaneyeke nû ye ku ji hêla sê Kurdên wêjehez ve li Mêrdînê hatiye damezirandin. Weşanxaneya Zevî bi pirtûka xwe ya ewilî ya bi navê “Jinebî” xuya kir. Jinebî pirtûkeke helbestan e. Weşanxaneya Zevî wê weşangeriya Kurdî bike, û dibêje, “Em cotkarê vî zeviyî ne, me zeviyê xwe li hev rast kir û cotê xwe jî kir. Em li benda berhemên xwe ne êdî. Em ê hewl bidin ku ev zevî berhemên baş biafirîne û tovên xurt bide.” Me ji wan pirsî û wan jî behsa zeviyê xwe kir.
Çima navê weşanxaneyê “zevî” ye?
Me xwest bila navê me sade, besît û hêsan be. Em li peyvên Kurdî geriyan, peyvên ku di hundirê xwe de çandekê jî bihewînin. Her wiha divê ev çand bi huner ve jî girêdayî bûya. Zevî, peyva herî delal û xweşik bû. Di pêşbirka lêgerîna navan de “zevî” hat li ser textê weşanxaneyê rûnişt û her wiha li ber dilê me jî ev nav navekî geş û têr bi mane bû. Zevî dengekî xweş e û bi nivîskî jî çavê mirov nawestîne. Yevî tê paqijkirin û cotkirin û dûre jî tov li zevî direşînin. Zevî bi demê re bi qewet dibe, lê heger mirov çavbirçîtiyê bikin û qedrê zeviyî negirin, zevî piştî demekê bêxêr dibe û êdî mirov tovê herî baş û xurt lê bireşînin jî ew ber nagire û tiştek lê çênabe. Qedera zevî, girêdayî cotkar e lê tiştên ne di destên cotkar de jî hene. Em li zevî, wek metaforekê difikirin û bi vî awayî maneyê li vî navî bar dikin, maneyeke wêjeyî û helbestî. Em cotkarên vî zeviyî ne, me zeviyê xwe li hev rast kir û cotê xwe jî kir. Em li benda berhemên xwe ne êdî. Em ê hewl bidin ku ev zevî berhemên baş biafirîne û tovên xurt bide.
Logoya me jî “cêr” e, cêrê avê. Cêr jî berhemeke ji axê ye. Cêr, bêhnvedanek e li nav zevî. Gava em li zevî dixebitin, diwestin û xwê didin; ji cêr avê vedixwin û bêhna xwe vedidin. Em dixwazin wêjehez li zeviyê me berhemên xwe biafirînin û bêhna xwe vedin.
Niha her tişt diîjîtalîze dibe lê hûn di vê pêvajoyê de weşanxaneyekê vedikin û pirtûkan çap dikin. Hûn rewşa dijîtalîzebûnê çawa dinirxînin?
Ev pirs(girêk)eke pirr girîng e. Lewra bûbû mijara pirtûka Jean-Claude Carrière û Umberto Eco ya bi navê “N’espérez pas vous débarrasser des livres” (Hêvî nekin ku hûn xwe ji pirtûkan xelas bikin!). Mirov wê her tim bixwazin pirtûkek di destê wan de hebe. Lê bes jiyan bi kîjan alîyî ve biherike, divê yên karê weşangeriyê dikin jî xwe li gorî wê eyar bikin û xwe ji guherînan re amade bikin. Weşanxaneyek di roja îro de divê ji her cureyên belavkirinê fêhm bike. Bi demê re em ê jî xwe nû bikin, hê jî efsûna nivîsê geş e, helbet dijîtalbûn jî çiqas diçe bi qewet dibe. Dijîtal wê nivîsê nekuje, nivîs jî wê pêşiya wê negire, herdû jî qewetê didin hev. Çawa bi derketina sînemayê re xelqê xwe ji nivîsê neda alî, wê wisa dijîtalî jî pêşiya nivîsê negire. Berevajî vê yekê, sînema û nivîs bêhtir hev geş kirin. Dijîtal wê bike ku nivîs bêhtir qirna xwe berde erdê, dijîtal bayek e li nivîsê, yê qels wê rake bibe û yê bi qewet jî wê hênik bike.
Wekî din em ji vî karê hez dikin, hezkirina me kir ku em weşanxaneyekê vekin. Em sê kesin (Diyar Turan, Diyar Adîn û Serhad Adîn) û em dixwazin bi saya weşanxaneyê deriyekî vekin hem ji bo xwe û hem jî bo kesên ku bala wan li ser wêjeyê ye.
Armanca Weşanxaneya Zevî çi ye, dixwaze pirtûkên çawa çap bike?
Em dixwazin li cîhana nivîskariyê pirtûkên nû zede bikin. Em dixwazin li refikên wê cîhanê berhemên nû û yên wêrek bi cih bikin. Belê em ê pirtûkên wêjeyî çap bikin, lê Zevî dê berê me bide kurê, hîna em jî nizanin. Deriyê me ango zeviyê me dê ji cureyên wêjeyê hemûyan re vekirî be û em ê hewl bidin ku zeviya me bi hemû rengên wêjeyê bixemile. Em dixwazin biceribînin, encam dê çi be, em jî nizanin. Em her sê heval jî bi kelecan in ji bo vî karî û em ê vî karî bidomînin heya cihê ku diçe.
Niha li ber destê me pirtûkeke zarokan heye. Her wiha roman, werger û çend pirtûkên çîrokan jî hene. Ji bo çapa wan em ê ecele nekin, bi demê re tev dê çap bibin, em niha amadekariya vê yekê dikin.
Hûn hersê rewşa weşangeriya Kurdî çawa dibînin?
Ji dîroka weşangeriya Kurdî heta îro kedeke pirr mezin heye. Divê mirov hay ji vê kedê hebe û ji vê keda pîroz re rêzê bigire. Îro roj gelek weşanxaneyên Kurdî hene, yek ji yekê bêhtir hewl dide ku berhemeke baş û qenc derxe holê. Ev cehd û çalakbûn dê me bipêştir bixe. Barê nivisîkaran jî û yê weşanxaneyan jî zehmet e, lê her ku berhemên me zêde dibin û bêhna Kurdî tê me, ev zehmetî ji holê radibe. Di vê rêyê de em jî dixwazin bibin dilopek û li kaniya wêjeya Kurdî zêde bibin. Em çiqas zêde bibin, ewqas derî û rêyên nû li çand û zimanên me dê vebin. Em silavên xwe ji hemû weşanxaneyan re dişînin.
Peyameke weşanxaneyê ji wêjehezan û kesên xedî pênûsên xurt re heye?
Heta em karibin, em ê wek “Weşanxaneya Zevî” wêjehezan nexin şermê. Kesên pênûsa wan xurt e û pirtûk derxistine, bila destên wan sax be. Yên dilê wan heye û heta niha sekinîne jî bila şerma xwe bişikînin û tovên di tûrikê xwe de li zevî bireşînin û zeviyê wêjeya Kurdî xurttir bikin. Bila ew tov di tûrikan de nerizin, ji lewre pirr heyf in. Bila ew qet xeman nexwin, em ê wek weşanxaneya Zevî li tovên wan xwedî derkevin û bikin ku berhemên baş derkevin ji van tovan û tovên din zêde bibin li zeviya wêjeya Kurdî.
Jinebî nixuriyê Zevî ye
Berhema ewilî ya “Weşanxaneya Zevî” pirtûka helbestan “Jinebî” ye. Ev pirtûk yekem pirtûka Serhat Adîn e. Helbestên Serhat Adîn berê jî di hin kovarên Kurdî de hatibûn weşandin. Serhat Adîn dibêje, “Me xwest em wek destpêk bi helbestê tîna xwe bişikînin li zevî. Peyva “Jinebî” di civaka me de girîng e û li gor min ew tê maneya xîretê. Pirtûk ji çîrok û serhatiyan pêk tê, ev çîrok û serhatî di nav hevokên helbestan de veşartî ne. Ev çîrok ji çanda me ne dûr in, heger hûn serê xwe di şibakê re derxin hûn ê bibînin ku tev jî nas in û li baxçeyê ber malê kom bûne. Di pirtûkê de 15 helbest hene û pirtûk ji 60 rûpelî pêk tê.”