• Li bajarên Elmanyayê Bielefeld û Dortmundê bi çalakiyan xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê ya di hepsên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hat derketin. Çalakgeran girtina Leyla Guven, êrişên li dijê Şengalê û serbest nekirina Selahattîn Demirtaş rûreş kir.

Li bajarê Elmanyayê Dortmûndê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN´ê, li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, çalakî li dar xistin. Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê jî hem peymana li dijî Şengalê hat rûreşkirin û hem jî azadî ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re hat xwestin.   
Çalakiya li Dortmundê li pêşiya stasyona trenan a navendî (HBF) ya Dortmûndê pêk hat. Çalakgeran girtina Leyla Guven, her wiha bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, jî şermezar kir.
Ciwanan greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î yên li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî silav kir û destek da çalakgeran. Çalakiya greva birçîbûnê 27'ê Mijdarê dest pê kiribû û îro di roja 32´yan de ye..
Çalakiyê nêzî saetekê dewam kir û bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Azadî ji girtiyên siyasî re" bi dawî bû.

Peymana Şengalê betal bikin

Li Bielefeldê çalakgeran bal bire ser tehlûkeya qirkirineke nû ya li Şengalê.

Di çalakiya li ber HBF´a Bielefeldê de îşaret bi peymana di navbera PDK û hikûmeta federal a Iraqê de ya li dijî Şengalê hat bibîrxistin. Çalakgeran got, ev peyman înkarkirina îradeya Êzîdiyên Êzîdxanê ye û rê vedike li ber fermaneke nû.

Çalakî bi pêşengiya Sîvana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) û Navenda Kurdistanê Bielefeldê çê bû. Qisekerên li ser navê, SMJÊ, TEKO-JIN, TCŞ û HCÊ´yê peyivîn û Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer, tevî ku bal birin ser rewşa Şengalê, êrişên qirker ên dewleta Tirk bi giştî jî bi bîr xistin. Wan girtina Hevseroka KCD´ê Leyla Guven rûreş kir û rexne li hevkariya hikûmeta Elman a bi dewleta Tirk re girt.

Li ser pankartên çalakgeran jî dinivîsand "Îro Leyla Guven sibe em hemû", „Dawiyê lêi dîktaturiya AKP´ê bînin!“, "Piştgiriyê bidin HDP´ê!", "Alîkariya Elmanyayê ya ji rejîma Erdogan re rawestînin!", "DAIŞ´iyan û Erdogan dadgeh bikin!" û "Azadiya jinan bi azadiya Andullah Ocalan dibe".

DORTMUND/BIELEFELD