• Yek ji cih û warên ku herî zêde bala geştyaran li Bedlîsê dikişîne, xaniyên ji kevir û textan yên Hîzanê ne. 

MEDÎNE MAMEDOGLU / JÎNNEWS/BEDLÎS

Yek ji cih û warên ku herî zêde bala geştyaran li Bedlîsê dikişîne, xaniyên ji kevir û textan yên Hîzanê ne. Dema wêneyên van xaniyan li ser medyayê tên parvekirin, gelek kes van wêneyan diecibîne û paşê jî diçin serdana van gundan da ku xaniyan bibînin. Nexasim jî derhêner û wênegir xwe lê digirin. Lê ev gundên xweşik û xaniyên bi kevir niha li ber hilweşînê ne. Heger pêşî lê neyê girtin, roj bi roj wê rewşa van xaniyan xerabtir bibe û ew ê hilweşin.

Ev xaniyên du yan jî sê qatî li ser hev û girêdayî hev tên çêkirin. Li navçeya Hîzanê, du gund xwediyê vê mîmariyê ne. Gund di quntara çiyayan de hatine lêkirin û qederê 300 sal in ku ev xanî li ser piyan dimînin. Malên li van gundan nexasim bi kevir û textan hatine çêkirin. Dema meriv li van xaniyan dinihêre, ew ruhê dîrokeke kevnar bi meriv didin hîskirinê. Her sal gelek derhêner û wênegir tên van gundan û wêneyan digirin.

Heta niha gelek film jî li van gundan hatine çêkirin. Nexasim jî di payîz û zivistanê de gelek kes diçin serdana van gundan û dîmenên xweşik yên xwezayî digirin.

Lê di van salên dawî de ev xaniyên kevn yên bedew hatine ber hilweşînê. Gundiyan piştgirî xwest ji hin saziyan da ku karibin van xaniyan biparêzin, lê kesî alîkarî neda wan. Ji lewma jî kevirên xaniyan roj bi roj dikevin. Dema gundî dixwazin bi derfetên xwe van xaniyan biparêzin, vê carê jî betonê bi kar tînin û beton xemla xaniyan xera dike. Heger pêşî li vê yekê neyê girtin, bi demê re dê ti bedewiya van xaniyan nemîne û kes nikaribe dîmenên xweşik ên van gundan û xaniyan jî bigire.