Tu jî tevlî pêngavê bibe!

Duşem 21 Îlon 2020 - 15:57

  • PKK: Li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û dagirkeriya dewleta Tirk û her kesê ji bo serbestiya Rêber Apo, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, her kesê tevlî pêngava berxwedanê dibe û tevkariyê lê dike, em silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

PKK'ê ji bo tevlîbûna li pêngava KCK'ê bang kir û diyar kir, "Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP'ê bê hilweşandin û azadî bê afirandin. Wê demê tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiyê bi dest bixe!"
Hin beşên daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:
"Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke berfireh ragihand ku bi şiyara 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ji 12'ê Îlonê û pê ve dest bi pêngaveke nû ya berxwedanê kir. Hefteya derbasbûyî ji çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê beşdariyeke xurt li pêngava azadiyê bû. Di serî de jin û ciwan, kaker û kedkar, rewşenbîr û hunermend, welatparêz û hêzên demokrat hemû herikîn qadan; li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ragihandin ku wê bi rengekî serketî pêşengiyê ji pêngava berxwedanê re bikin.
Li ser vî bingehî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û dagirkeriya dewleta Tirk û her kesê ji bo serbestiya Rêber Apo, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, her kesê tevlî pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' dibe û tevkariyê lê dike, silav dikin û di têkoşîna wan a dîrokî ya bi wate de serketinê dixwazin. Şehîdên leheng ên vê têkoşîna pîroz bi rêz û minet bi bîr tînin û baweriya xwe ya bi serketina mezin tînin ziman. Li dijî faşîzm û dagirkeriyê em bang li alîgirên azadî û demokrasiyê dikin ku bi xurtî tevlî vê pêngava azadiyê ya serketinê bibin û seferber bibin!

Tifaqa Kurd û Ereb dîrokî ye

Pirr zelal e ku têkilî û tifaqa di navbera gelên Kurd û Ereb de di roja me ya îro de ji bo Rojhilata navîn tifaqa herî şoreşger e. Ev tifaq û têkoşîna li ser vê bingehê pêk tê ew ê her cure gef û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst pûç bike, li ser bingeha azadî, xwuşktî û biratiya gelan ew ê Rojhilatek Navîn a nû ava bike. Li ser vî bingehî, di serî de gelên Ereb û hêzên sosyalîst-demokratîk, em bang li hemû siyaseta Erebî dikin ku bi awayekî çalak tevlî pêngava me ya berxwedan û azadiyê ya ku me li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst dane destpêkirin bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin! Her wiha, ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku hemû gel karibin tê de bi xwişk û biratî bijîn, em li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar li hemû gelên Îranî dikin! Em bang li hemû hêzên cîhanê yên sosyalîst û şoreşger-demokratîk, tevgerên ekolojîst û azadîxwaziya jin dikin, ji bo em mirovahiyê ji tehdîda faşîst a AKP-MHP'ê rizgar bikin bi awayekî çalak tevlî nav pêngava azadiyê ya KCK'ê daye destpêkirin, bibin!

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.