Tabloya ‘Çîroka Axa Zeytûnê’ li Helebê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaziyê bi navê “Çîroka Axa Zeytûnê” çalakiyek li Helebê li dar xist. 

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaziyê (ya Herêma Efrînê) bi navê “Çîroka Axa Zeytûnê” çalakiyek li Helebê li dar xist. Di wê çalakiyê de tabloyeke 58 metreyan dirêj a têkildarî dîroka bajarê Efrînê û pêvajoyên tê re derbas bûne, hate nîşandan.

Tablo li herêma Cibênat a rojhilatê taxê hate nîşandan. Gelek hunermend, endamên saziyên sivîl û bi xelkê taxê hazir bûn.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Çavdêr û hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Egîd Xelîl got, “Di tabloyê de 3 qonax hene yên ku Efrîn di wan re derbas bûye, ya yekê beriya dagirkirinê ku bi destketiyan dagirtî ye û ya duyem a dagirkirinê ye ku tijî êş û azar in û ya sêyem jî berxwedana domdar a li kampan e.”

58 metre ji bo rojên berxedana Efrînê

Egîd Xelîl îşaret bi berxwedanê û mezinkirina têkoşînê li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk kir li ser armanca çalakiyê got, “Me bi zanebûn tablo 58 metreyan dirêj li gorî rojên berxwedana Efrînê çêkir. Zarokên 12 salî û gelek kesên din tev li vê çalakiyê bûne. Peydakirina pêdivî, caw û rengan zehmet bû.”

Di çalakiyê de Şehla Ico ku tev li xêzkirina tabloyê bûye got, “Em ê bi her rêbazê li ber xwe bidin heta ku vegerin Efrînê û wê ji dagirkeran rizgar bikin, zimanê dayîkê belav bikin û wê fêrî nifşên din bikin.”

Hêviya li NY´yê nîşandana azara Efrînê

Di dawiyê de Endamê Komîteya Çavdêr û hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Egîd Xelîl da zanîn ku ew amadekariyan dikin da ku tabloyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin. Ev jî wê piştî ku tablo li Şehba û Helebê hat nîşandan, wê bibe. Wî her wiha hêvî kir ku derfet hebe heman wêneyî li pêşiya NY`yê pêşkêş bikin da ku azarên şêniyên Efrînê bi rêya tabloyê ragihînin.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.