• Tara Xelîl: Hêvîdar im, ez ê siberojê bikarim tiştekî wisan ji bo şervanên jin bikim ku hestên min qaîl bike. Ji ber ku peyama şervanên jin ji çeka li ser milê wan girantir e. Ne helbest ne jî tablo û pênûs, ne di wê astê de ne ku ciwaniya şervanên jin vebêjin.

Hunermenda wênesaz Tara Xelîl ev 23 sal in mamostetiya wênesaziyê dike. Gelek nifş li ber destê wê bûne mamosteyên wênesaziyê û niha xwendekarên wê li dibistanan dersan didin. Tara Xelîl dibêje, hunerê wê rengê jiyana civakê dide û hunermend siyasî ne, parêzerê çand û neteweyekê ne.

Ji bo hunermend Tara Xelîl di hunerê wênesaziyê de reng hestên mirov nîşan didin. Xwezaya Kurdistanê, Kerkûk, jinên kedkar û têkoşer hertim di nav wêneyên Tara Xelîl de cihên xwe yê taybet hene. Tara Xelîl tevlî gelek pêşangehên hevbeş bûye. Beşek ji tabloyên wê li derveyî welat di pêşangehên navdewletî de hatine nîşandan. Bi taybetî tabloyên şervanên jin.

Hunermend Tara Xelîl xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê temam kiriye, piştre ji bo xwendina zanîngehê çûye Bexdayê. Wê li wê derê zanîngeh qedandiye û dîplomaya perwerdeya hunerî bi dest xistiye. Ji ber ku di dema rejîma Beesê de tenê Beesî dihatin wezîfedarkirin, Tara Xelîl neçar dibe ku biçe Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê û li wir dibe mamoste.

 

Peymangeh li Kerkûkê ava kirin

Piştî rûxandina rejîma Beesê, Tara Xelîl vedigere Kerkûkê û li gel hin mamostayên din Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê ava dike. Ji sala 2004’an ve li heman peymangehê mamoste ye. Ev 23 sal in dersên hunerî dide. Gelek nifş li ber destê hunermend Tara Xelîl mezûn bûne û niha li dibistanan mamosteyên wênesaziyê ne.

Mamoste Tara Xelîl derbarê perwerdeyê de got, “Ez hertim ji wan re dibêjim ji hunerê qut nebin. Divê ti astengiya jiyanê we ji karê hunerî qut neke. Ji ber ku ti ferqa dersên hunerî ji dersên din ên wek bîrkarî nine.”

 

Dibistan bi qedrê huner nizanin

Tara Xelîl rexne li sîstema xwendinê jî kirin û got, “Li dibistanan zêde giringî bi dersên hunerî nayê dayîn û li şûna wê, dersên din tên dayîn.”
Hunermend Tara Xelîl ewqas evîndarê huner e, dibêje, nayê bîra wê kengî wê dest bi karê hunerî kiriye. Dibêje, ji dema bîreweriya xwe ve her tim hunerê xwe li ser kaxezê xêz dike û bavê wê kesek rewşenbîr bûye, ji ber wê, hertim piştgiriya wê kiriye.

 

Bîra wê çavkaniya xêzên wê ye

Derbarê xwezaya jin, huner û wênesaziyê de Tara Xelîl dibêje, “Huner ji zilam zêdetir nêzî jinê ye. Ji ber ku rengên jin dikarin bibînin, zilam nikarin bibînin. Heta jineke asayî jî dikare tona rengan binase û wan ji hev cûda bike. Lê ev xwezaya zilaman yan nîne yan jî kêmtir e. Lê jin bi xwe di aliyê hunerî de xemsar in. Dema ku ew hîs dikin behredar in, çima xwe nakin hosteyê vî hunerî?

Hunermend Tara diyar dike dema ew dayikekê dibîne ku zaroka xwe xistiye hembêza xwe ji bo wê balkêş tê, wî dîmenî di hizra xwe de digire û piştre li ser tabloyê xêz dike. 

 

Hunermend siyasî ne

Li ser peywendiya huner û siyasetê jî Tara Xelîl dibêje, “Hunermend xwedî nasnameyeke taybet in. Dema hunermendek wêneyê jineke bi cilûbergên Kurdî û çandî çêdike, peyama xwe ya neteweyî gihandiye. Gelek hunermendên biyanî bi rêya tabloyekê hunerê Kurdî, Kurdan nas kirine. Sermeselê, dema em li Bexdayê xwendekar bûn, rengên wênesazên xwendekarên Kurd cûdatir bûn ji rengên xwendekarên başûrê Iraqê. Bê guman hemû hunermend siyasî ne.”

 

Pênûs û reng têra vegotina bedewiya şervanên jin nakin

Tara Xelîl di tabloyên xwe de cihekî taybet ji şervanên jin ên YPJ’ê re veqetandiye, derbarê vê çendê de got, “Huner peyam e, dema min dibihîst ku zilam şanaziyê bi şervanên jin dikin û behsa wan şervanên jin ên şehîd dikin, wek helwêstek ji bo ku hevsozî û heskirina xwe ji bo wan nîşan bidim, min taloyên şervanên jin xêz kirin. Hêvîdar im, ez ê siberojê bikarim tiştekî wisan ji bo şervanên jin bikim ku hestên min qaîl bike. Ji ber ku peyama şervanên jin ji çeka li ser milê wan girantir e. Ne helbest ne jî tablo û pênûs, ne di wê astê de ne ku ciwaniya şervanên jin vebêjin.”

Tara Xelîl dayika sê zarokan û karmend e jî. Derbarê ragirtina hevsengiya di navbera wan karên xwe yên rojane de ew dibêje, “Di dema vebûna peymangehê de zêdetir diwestim. Hevserê min alîkariya min dike. Ti demê ji perwerdeya zarokên xwe qut nabim. Min dema xwe dabeş kiriye, piştî saet 12’ê şevê ez mijûlê hunerê xwe dibim. Piştî temamkirina karên malê, ez diçim odeya xwe ya kar, heger wêne nebin jî ez têde rûdinim û aram dibim.”

ROJNEWS/KERKÛK