- PKK: Têkoşîna sala 26’an wê berfireh be, wê bi rêbazên afirîner ên bibe serdemeke diyarker a têkbirina komployê ya bi temamî. Armanca bingehîn a tevgera me, gelê me û dostên me hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 25’an a komploya 9’ê Cotmehê de ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Gelê Kurd hate kirin daxuyaniyek weşand.
PKK´ê got, “Weke gel û tevger 25 sal in em li dijî êrişa komployê têkoşîneke dîrokî ya hebûn û azadiyê dimeşînin. Beriya her tiştî em lanetê li komployê tînin, vê berxwedana azadî û hebûnê ya pîroz a bi pêşengiya Rêberê me, silav dikin. Hemû şehîdên leheng ên têkoşîna mezin a 25 salan, di şexsê fedaiyên destpêkê yên berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em dibêjin, di sala 26’an de bi pîvanên fedakarî û wêrekiyê yên hevrê Sara û Rûken, Rojhat û Erdal, em ê têkoşîna xwe ya têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurttir bimeşînin û bi ser bixînin.
Êrişa komployê û berxwedana li hemberî vê yekê mohra xwe li çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê xistin. Hêzên komploger xwestin di dawiya sedsala 20’an de li ser bingehê îmhakirina Rêber Apo bi tesfiyekirina PKK’ê re qirkirina Kurdan temam bikin û bi vî rengî sedsala 21’ê ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst bikin serwerî, ji bo gelên bindest bi taybetî jî jinan bikin mîna dojehê. Bi berxwedana dîrokî ya 25 salan, komplo hate pûçkirin, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo, sedsala 21’ê ji bo bindestan hemûyan bi taybetî jî ji bo jinan bû sedsala azadî û rizgariyê.
Komploya 9’ê Cotmehê
Eşkere ye ku êrişa komploya navneteweyî êrişeke siyaset û mejiyê qirkirin û mêtingeriyê ye ku sed sal in li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ji bo vê di 9’ê Cotmeha 1998’an de pîlana îmhakirina Rêber Apo hate amadekirin. Zêdeyî çar mehan li ser vî bingehî êriş hatin kirin, ji ber ku bi ser neketin, vê carê jî 15’ê Sibatê pîlana îdamê xistin dewrê. Piştî ku ji vê yekê jî nekarîn encamê bi dest bixin, vê carê jî di sîstema qirkirin û êşkence, tecrîdê ya Îmraliyê de hewl dan ku polîtîkaya rizandinê li hemberî Rêber Apo bixin dewrê. Ev plan bi destê Bulent Ecevît bi ser neket, vê carê jî Tayyîp Erdogan xistin dewrê û bi gotina ‘Ummeta Îslamê’ xwestin komployê bi ser bixin.
Derewên Erdogan hatin pûçkirin
Lê belê ji bo hêzên komploger encam her tim binketin bû. Bi pêşengiya Rêber Apo weke gel û tevger, hêzên demokratîk û şoreşger di encama têkoşîna me ya mezin de pîlanên êrişê yên komploger hemû bi bin ketin. Îmha û îdam hatin astengkirin, Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê qezenc kir, derew û hîleyên Rêveberiya Tayyîp Erdogan hatin pûçkirin. Tevgerên me yên jin û ciwanan rêxistiniya xwe bi pêş ve birin, tevgera me ya azadiyê xwe gihand hêza herî berfireh a girseyî. Bipêşketina li ser bingehê Şoreşa Azadiyê ya Jinê Jineolojiyê, kir ku têkoşîna me ya azadiyê li tevahiya cîhanê belav bibe û bibe hêzeke gerdûnî.
Tirkiyê di şerê li dijî Kurdan de xerc dike
Eşkereye ku 25 salên derbasbûyî ji bo Kurdan demeke dîrokî ya ji êş û berdêlên giran bû. Lêbelê ne belesebeb bû; li ser bingehê xeta azadiyê ya Apoyî zanebûn, rêxistinî û çalakiya Kurdan gihîşt asta herî bilind a dîrokê.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê derfetên Tirkiyeyê hemû di şerê taybet ê qirkeriyê yê li dijî gelê Kurd de bi kar anî û krîza aborî û siyasî gihand asta herî bilind. Bêguman vê yekê qezanceke madî da Tayyîp Erdogan û derdora wî, lê belê di serî de jin û ciwanên Tirkiyeyê, gelan zerareke mezin jê dît.
Niha êrişa komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û têkoşîna li dijî komployê dikeve sala 26’an. Pêvajoya 25 salan li ser bingeha hin nûbûnan dewam dike. Li Îmraliyê tecrîda mutleq heye, ji Rêber Apo 21 meh in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer êriş têne kirin. Dema ku têkildarî kiryarên qirkirinê yên li Kurdistanê îtirazeke biçûk li Tirkiyeyê dibe yekser lînc tê kirin.
Şerê şoreşgerî li metropolên Tirkan
Bêguman li dijî êrişên qirkirin û faşîzmê, bi pêşengiya tevgera me berxwedaneke topyekûn tê meşandin. Di çalakiya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê de hate dîtin şerê şoreşgerî digihîje metropolên Tirkiyeyê. Li zindanan berxwedaneke mezin heye. Bi dirûşma Jin jiyan azadî, Şoreşa Azadiya Jinê ji çar parçeyên Kurdistanê belavî cîhanê dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên şoreşger û demokrat li ser piyan e; li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li her qadê bi kampanyayên mezin ên çalakiyan bilind dikin.
Bi vî rengî tê dîtin ku têkoşîna sala 26’an wê berfireh be, wê bi rêbazên afirîner ên nû têkoşîna sala 26’an bibe serdemeke diyarker a têkbirina komployê ya bi temamî. Di vê salê de armanca bingehîn a tevgera me, gelê me û dostên me hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman ev jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Wê demê têkoşîna sala 26’an wê li her warî bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bê meşandin û teqez bê biserxistin.”
NAVENDA NÛÇEYAN