Pisûleya berxwedanê Alî Çîçek!

Duşem 18 Îlon 2023 - 00:05

  • PKK xwest ciwan “mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin. wî ji xwe re bikin rêberek û got, Alî Çîçek weke mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye. 

Komîteya Ciwanan a PKK'ê şehîdê berxwedana zindana Diyarbekirê bi daxuyaniyekê  bi bîr anî û got, “Darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980’yî rûyê xwe yê rast li zindana Amedê nîşan da. Bi kiryarên hovane xwest siyaseta înkar û tinekirinê ya li Kurdistanê bi ser bixîne. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li dijî mejiyê faşîst hate meşandin, nîşan da ku îradeya ji pola ya PKK'ê di nava ti şert û mercî de serî natewîne. Ji berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hevalê Alî Çîçek di roja 67'an a berxwedana rûmetê de 17'ê Îlona 1982’yan şehîd bû. Bi îradeya xwe sekn û berxwedaneke bi rûmet nîşan da. Stêrka Sor a Ciwantiyê Alî Çîçek di salvegera 41'ê ya şehadeta wî de, di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ji me re hiştine bi ser bixînin."

Partiya min berxwedan hînî min kir

Di daxuyaniya Komîteya Ciwanan a PKK'ê de wiha hate gotin: "Hevalê Alî Çîçek destpêkê yek ji pêşengên tevgera PKK'ê hevalê Kemal Pîr nas kir. Bi Kemal Pîr re tevlî nava têkoşînê bû. Li dijî nokerî û mêtingeriya li ser gelê me, tevlî nava çalakiyên bênavber bû. Li dijî nokeriyê bi wêrekî tevlî nava têkoşînê bû, têkoşîneke welê meşand ku bêhn li nokeran çikand. Alî Çîçek bi çalakiyên xwe bû yek ji şûrên herî tûj ên şoreşa me. Ne tenê ev yek kir, di heman demê de bi dînamîzma ciwantiyê ji perwerdeyê heta bi rêxistiniyê seferber bû. Ji bo rih û baweriya şoreşgerî ji 7 heta 70 salî bigihêje gelê me bû semboleke milîtaniya bijarte. Dema ku dîl kete destê dijmin, ji sekna xwe ya şoreşgerî qet tawîz neda. Li dezgehên êşkenceyê yên 12'ê Îlonê ku mirov nikare lê îdare bike, ne tenê li hemberî dijmin li ber xwe da, ev gotinên ku kesî newêrîbû bibêje li rûyê dijmin xist û bû rastiya şoreşgeriya Apoyî. 'Ez Alî me, hûn min baş nas dikin. Ez mikur nayêm, hûn nikarin sirekê ji min werbigirin. Êşkenceya we tenê dikare canê min ji min bistîne. Hûn hemû xwe biceribînin. Partiya min berxwedan hînî min kir. Wezîfeya min berxwedan e, ya we jî mikurkirin e. Em destpê bikin. Bibînin bê dewleta we xurt e yan jî partiya min...' Ev berpirsyarî di tevahiya jiyan wî de dihate dîtin. Ji xwe ya ku Alî Çîçek kir stêrka sor, berpirsyarî û dilsoziya wî ya li nirxan bû.

Alî Çîçek rast fêm bikin

Dîrok û rastiya dewleta Tirk a mêtinger qirker, 12'ê Îlonê ye. Ev rastî îro bi rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst rûyê xwe hîn bi şênberî nîşan dide. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeyên nukleer bi her cûre rêbazên şerê taybet, qirêj, hovane êrîş dike. Bi PDK a xayin û noker hewl dide ya ku cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê nekarî bi ser bixîne, pêk bîne. Li ser vê bingehê bi rengekî çavsorane û hovane êrîşî hemû nirxên pîroz ên Kurdistanê, civakê û xwezayê dike. Ne doh cûntaya leşkerî ay 12'ê Îlonê li dezgehên êşkenceyê karîbû rastiya Alî Çîçek teslîm bigire, ne jî beriya 8 salan li Cizîrê karîbûn rastiya Sozdar Şerker (Hazne Înan) a bi saxî hate şewitandin teslîm bigirin. Îro jî bi êrîşên xwe yên hovane yên li dijî mirovahiyê li Avaşîn, Metîna û Zapê nikare rastiya berxwedanê teslîm bigirin.

Rastiya Kurdistanê bi mîrateya berxwedanê ya Rêbertî jiyan û têkoşîn hîn bû û gihîşt vê serdemê. Gotina 'PKK'ê berxwedan hînî me kir, ne teslîmiyet' a Alî Çîçek bûye pisûleya ciwanên şoreşger ên Kurdistanê. Têkoşîn îro jî di rêya ku Alî Çîçekan bi ciwantî destpê kirin û ciwan man, bi rengekî fedaî dewam dike.  Bi vî ruhê berxwedanê berdêl çi dibe bila bibe ev hemû hewldanên faşîzma AKP-MHP'ê wê di ber de bimîne. Divê ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê bibîranîn û mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye. Divê em vê mîrateya berxwedanê bikin pûsûlaya têkoşînê. Bi wêrekî, berxwedêrî û sekna çalakiyê ya Alî Çîçek divê berê xwe bidin têkoşînê. Dost û dijmin bila zanibin ku weke şopdarên Alî Çîçek em ê li ser xeta ciwantiya fedayî ya Apoyî têkoşînê bi ser bixînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.