- Di Filma Rêber Doskî a bi navê “Sidik û Piling” de, Sidik her li pey vegera pilingan a Kurdistanê ye.
Di Filma Rêber Doskî a bi navê “Sidik û Piling” de, Sidik her li pey vegera pilingan a Kurdistanê ye. Ew piling weke nîşana vegera aştiyê li Kurdistanê şirove dike. Çavên Sidiq li rêya pilingê bûn. Piling dawiya dawî çû Kurdistanê. Lê li Zaxoyê, nêzîkî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re kete xefka gundiyan.
Bi alîkariya Rêxistina Parastina Mafê Heywanan a Kurdistanê (RPMHK) piling li Dihokê hate emeliyatkirin û lingekî wî hat jêkirin. Îsmaîl Ednan ev wêne 31´ê Kanûnê piştî emeliyatê girtiye, gava ku pilingî dixin qefesê. Emeliyat li Baxçeyê Heywanan ê Dihokê hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN