- Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên HPC’a Dêrikê û kedkarên Şîrketa Girziroyê çûn serdana çalakiyê û PDK şermezar kirin.
Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên HPC’a Dêrikê û kedkarên Şîrketa Girziroyê çûn serdana çalakiyê û PDK şermezar kirin.
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên, PDK'ê ew di kemîna li Xelîfanê de şehîd kirin, çalakiya konvedanê ji 5'ê Cotmehê ve li Sêmalkayê dewam dike.
Çalakî îro di roja 65’an de ye.
Endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê doh çalakî ji koma Çilaxayê wergirt. Piştre jî endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Dêrikê û kedkarên Şîrketa Girziro ya Dêrikê bi rengekî komî çûn serdana çalakiyê.
Endama Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zîlan Roj, daxuyaniyek da û nedana cenazeyên şehîdan şermezar kir. Zîlan Roj got, heta encamê bi dest bixin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin: "Em hêvîdar in ku PDK cenazeyên şehîdan bide û em bang li PDK'ê dikin ku bê ser xeta Kurdîtiyê."
Endamê HPC'ê yê Dêrikê Salih Sadik nerazîbûn nîşanî PDK'ê da û got, "Şehîdên me ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Em PDK'ê şermezar dikin ku cenazeyên şehîdên me nadin me. Ev çalakî bi salan jî dewam bike heta ku teslîmî me bikin em ê bi dirûşma 'Berxwedan jiyan e' berxwedana xwe dewam bikin."
Li ser navê kedkaran jî Emîn Silêman got, "Em mafdar in û ji ber ku mafdar in gelê Rojava bi salan e li ser piyan e."
QAMIŞLO