Ocalan aktorê pêvajoyê ye

Sêşem 9 Çile 2024 - 16:53

  • Yek ji îmzekerên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” derhênera belgefilm û sînemayê Nejla Demîrcî, xwest zimanê aştiyê ji nû ve were avakirin û got, “Wa ye gelê Kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê dibîne, hingê divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê Kurd e.”

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

Li Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” ku ji aliyê 564 hunermend, rexnegirên hunerê, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyenên hunerê ve hatiye îmzekirin di 7’ê Çileyê de hat ragihandin. Di deklarasyonê de bang hate kirin ku desthilat dest ji polîtîkayên şer, tecrîd û zextan berde û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Yek ji îmzekera deklarasyonê derhênera belgefilm û sînemayê Nejla Demîrcî, têkildarî deklarasyonê nirxandin kir. Di meha Îlona sala 2023’an de belgefilma bi navê “Kanun Hükmü” ya Nejla Demîrcî li Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê hatibû sansurkirin. Piştî sansurê jurî û derhêner nerazîbûn nîşanî vî tiştî dan û ji festîvalê vekişiyan. Ji ber van sedeman festîval betal bû û nehat lidarxistin. 

 

Pêvajoya tarî bi aştiyê diqede

Demîrcî, anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Demîrcî, destnîşan kir ku ji bo Tirkiye ji nava tarîtiya di nav de derkeve pêdivî bi aştiyeke civakî heye û got: “Ji bo em ji vê pêvajoya tarî derkevin yekane pêdiviya me aştî ye. Divê tenê Kurd daxwaza aştiyê nekin, pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Divê hemû xelkên Tirkiyeyê aştiyê bixwzin. Divê herkes cesaret bike ku bêje ‘ez aştiyê dixwazim, ji bo aştiyê bang dikim’. Ji bo ku aştî ji bo Lazan, Çerkezan, Ermenan û ji bo hemû gelên din jî lazim e. Ji bilî vê niha li ser serê hemû civaka hunerê ya li Tirkiyeyê darek heye. Ji bo em bi vî darî re têbikoşin pêdiviya me gelek bi aştiyê heye.”

 

Qey welatekî di nav tirsê de dikare hebe?

Demîrcî, da zanîn ku li Tirkiyeyê girêdayî pirsgirêka kurd şerekî ku zêdetirî 40 salan berdewam dike heye û got: “Beriya niha di sala 2013’an de têkildarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê çêbû. Ev ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviyek. Lê weke herkes dizane ji ber hin siyasetmedaran pêvajoya aştiyê ji holê rabû û kesên li ser maseyê lihevkiribûn bi carekê dev ji vî karî berdan. Pişt re şer, xwîn û hêsrên çavan dest pê kir. Rewşa îro em tê de ne mixabin ev e. Ji bilî rizîbûna heyî civak di nava tundiyekê de ye. Her roj jin tên qetilkirin. Mafê makeqanûnî yên sînema û hunerê ji destê wan tê girtin. Em li hawirdoreke ku her tişt weke sûc tê dîtin dijîn. Welatekî ku herkes di nav tirsê de dijî dikare hebe?”

 

Ji bo diyalogê em hemû berpirsyar in

Demîrcî, anî ziman ku li tu devera Tirkiyeyê ewlehî nîne û ew bi awayekî ewle nikarin bijîn. Wê da zanîn ku tenê pêvajoya aştiyê dikare welatekî bi ewle ava bike û got; “Aştî ji bo ewlehiya tiştên ku niha em dikin şert e. Em ê dest ji daxwaza vê yekê bernedin. Ji bo vê jî divê ewilî rêya diyaloga civakî were vekirin û berpirsyartiya me hemûyan di vê yekê de heye. Xuyaye ku polîtîkayên şer û tengezariyê bi kêrî siyasetê û serweran tê. Heke desthilat û serwer xwe ji vir bidin jiyîn wê demê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Yekane tişta girîng jî diyalog e. Divê em bi cîran, dikandar û hemû beşên civakê re biaxivin. Ji bo aştî pêk were bi kê re hewce bike divê hevdîtin were kirin. Divê her kesek bi rastiya vî welatî re ji nûve hevrû bibe.”

 

Ocalan rastiya gelê Kurd e

Demîrcî, destnîşan kir ku divê jinûve zimanê aştiyê were avakirin û wiha pê de çû: “Heke li herî jor li Meclisê zimanê şidetê were avakirin, divê em weke rewşenbîr berevajiyê vê yekê bifikirin û ji nûve zimanê aştiyê ava bikin. Em dikarin bi huner, siyaset û têkiliyên me yên mirovî vî zimanî ava bikin. Ez weke hunermendeke sînemayê difikirim ku pêkhateyeke vê yekê me. Têkoşîna jinan jî pêkhateyeke vê rewşê ye. Siyaset pêkhateya sereke ya vê yekê ye, ji ber wê yekê aktorên çareseriya vê pirsgirêkê kî bin divê bi wan re hevdîtin were kirin. Va ye gelê Kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê dibîne, hingê divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê Kurd e.”

 

Dest ji aştiyê bernadim û li vir im

Demîrel, cezayê ku hempîşeyê wê Çayan Demîrel ê ji ber di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de belgefilma Bakur çêkir bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belgefilma Bakur esas ji bo ku em ji hev du fêm bikin hatibû çêkirin. Mixabin belgefilm weke sûc hate hesibandin. Em dikarin kameraya xwe li her cihê em dixwazin bi cih bikin, mafê me heye ku em serpêhatiyan qeyd bikin û bikin belge. Ev mafekî makeqanûnî ye û sûc nîne. Hempîşeyê min Demîrel hate dadgehkirin û niha jî ceza dane wî. Dema niha em li vê atmosfera civakî binihêrin, her tişt perçeyê hevdû ye. Ewqas tiştên me hene ku em bi hev re aştiyê pêk bînin, ne tenê li ser pirsgirêka kurd, li vî welatî gelek tiştên me hene ku divê em ji bo van tiştan aştiyê pêk bînin. Ji bo ku min dest ji aştiyê berneda li vir im û daxwaza aştiyê dikim.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.