• Înîsiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransayê Strasbourgê dest bi Nobeda Azadiyê kiribû; nobet niha di hefteya 491'ê de ye.

Înîsiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransayê Strasbourgê dest bi Nobeda Azadiyê kiribû; nobet niha di hefteya 491'ê de ye.

Çalakî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, û her hefte komek Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê nobetê dewr digire.

Nobetdarên hefteya 491'ê jî koma ji bajarê Elmanyayê Stuttgartê ye. Pempeşah Ozman, Sebahat Koçin, Sarya Rojhilat, Hamit Bilig û Mehmet Bilici wê vê hefteyê nobetê bigirin.

Mehmet Bilici li ser navê komê axivî û diyar kir ku dewletên Ewrûpayê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd û rêbertiya gelê kurd tê kirin, bêdeng dimînin û ev bêdengî şermezar kir.

Bilici got, "Ji komploya navneteweyî û vir ve di serî de tecrîd bi her cûreyî êşkence li Rêbertiyê dikin". Wî anî ziman ku heta tecrîd bê rakirin û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bilici bal bire ser wê yekê ku dewleta Tirk li dijî gerîla û xelkê kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kir ku tevî dane û delîlên li ser vê mijarê jî, saziyeke bi tenê ya navneteweyî lêkolîn nekiriye. Mehmet Bilici got, bi bêdengiya xwe hikûmetên Ewrûpî dibin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê. 

ANF/STRASBOURG