• Amîra û Amîr, du zarokên Êzîdî ne ku DAIŞ´ê revandin.DAIŞ´ê ev zarok revandin, pêşî ji Başûrê Kurdistanê birin Sûriyê, ji wir birin Tirkiyeyê. Pêşî hewl dane wan bikin Ereb, piştre jî hewl dan wan bikin Tirk. Li Tirkiyeyê Amîra bûye Aya, Amîr jî bûyer Ahmet.

REBER DOSKY

 

Terorîstên DAIŞ´î Tebaxa 2014´an êriş bire ser civaka Êzîdî ya li Başûrê Kurdistanê. Bi ecêban mirov hatin qetilkirin. Bêhtirî 3 hezar jin û zarokên Êzîdî revandin û birin herêmên di bin kontrola DAIŞ´ê de. Bi salan li zilma DAIŞ´ê li wan bû. Yek ji wan jî Amîra ye.
Dema min lêkolîn dikir ji bo filma xwe ya duyem a li ser Êzîdiyên mexdûr û yên rizgarbûyî, min ew nas kir. Gava DAIŞ´ê Amîra revand, ew hîna 6 salî bû. Li Tirkiyeyê hema bêje tesadufî hat dîtin. Paşê bi zehmetiyan mirov karîbû wê bibe nav civaka Êzîdî. Ji bo ku Amîra bijî, pêdiviya wê bi alîkariya lezgîn heye. Divê Amîra bijî, têr bixwe û karibe biçe dibistanê.

Amîra

Navê min Amîna Xudêda ye. 12 salî me. Malbata min 12 nefs bû: Bavê min, dayika min, ez, 5 birayên min û 4 xwişkên min.

Iraq: Malbata min

Gava DAIŞ´ê êriş kir ez 6 salî bûm, li Werdiyê dimam. Îro jî ew roj hinekî tê bîra min. Jin û zarok li aliyekî, zilam li aliyê din kom kirin.Min nedizanî çima wilo kirin. Piştî hingê em bi dayika xwe re li bajarekî din ê Iraqê man. Piştî bi çend mehan DAIŞ´ê ez û birayê min ê piçûk Amîr ji dayika min stendin û em birin Sûriyê.

Sûrî: Em bûn Ereb!

Li Sûrî em birin cem jineke bi navê Xetîce. Mêrê wê miribû, û 5 zarokên wê hebûn. Ji me re gotin, êdî hûn Ereb in û dayika we ya nû Xetîce ye. Wê hîç tade li me nekir. Li wir jiyaneke me ya normal çêbû. Xweş bû: em diçûn soberiyê, gerê û parka lîstikê. Gava şer nêzî cihê me bû, Xetîcê biryar da tevî gelek mirovên din bireve Tirkiyeyê. Tevî gelek mirovên din bi qemyonan em çûn ser sînorê bi Tirkiyeyê re.

Tirkî: Navenda miqatebûna li zarokan

Em ji sînor girtin û bi otobusan birin Enqerê. Li wir diviyabû em li cem polês xwe qeyd bikin. Polês fêm kir ku em ne zarokên bi rastî yên Mama Xetîce ne. Destûr nedan em bi wê re biçin. Û nêzî Enqere li Kirşehîrê em birin navendeke miqatebûna li zarokan. Li gelek zarokên din hebûn ku dê û bavên wan nebûn yan jî nikarîbûn li wan miqate bin. Ez diçûm dibistana keçan, Amîr diçû dibistaneke din. Di bêhnvedanan de, yan di dema çalakiyên ji bo şagirtan de û dawiya hefteyan me karî hev bibînin.

Em bûn Misilman û Tirk!

Li Tirkiyeyê em kirin Misilman. Ji me re gotin, hûn Tirk in. Navê min Amîra bû, qulibandin, kirin Aya. Navê birakê min Amîr bû, yê wî jî qulibandin û kirin Ahmet. Me hewl da em berê xwe bidin jiyana xwe ya nû. Lê hingê di nava serê min de gelek pirs hebûn û ez bi ser bersivên wan ve nedibûm: Ez kî me? Ji ku me? Ez li vir çi dikim? Ez çima li vir im? Dayika min, bavê min, maliyên min ên din li ku ne?
Rojekê, mirovekî em wî nas nakin, piştî ku em di facebookê de dîtine, hatibû cem rêveberiya dergûşxaneyê û xwestibû me bibîne. Ew pismamê bavê min bûye. Gava ez anîm cem wî, ez dîn û har bûm û ji ber wî reviyam. Heta ku bêhna min çikiya min baz da. Bi zimanekî min pê nedizanî dipeyivî. Bi xêra wergêrekî Kurdî Tirkî, wî îdîa kir ku xizmê me ye. Ez û birayê xwe em tenê giriyan. Çend mehan paşê zilam tevî xwişkeke me hat navenda zarokan. Ji me û ji wê nimûneya DNA’yê hat girtin. Encam: Em bi rastî em xizmên hev bûn. Em piştre fêr bûn em hemû Êzîdî ne.
Pêşî ji me re gotin, hûn Ereb in, em piştre kirin Tirk, niha em ji nû ve Êzîdî ne. Piştî ku derket holê em bi rastî jî Êzîdî ne û malbateke me li Kurdistanê heye, malbata min a bi rastî da ber dewleta Tirk, têkoşînekê dest pê kir. Malbata min doza me dikir û dewleta Tirk destûra çûna me nedida. Ez nizanim çima. Herî dawî Îlona bihurî destûr dan em bi heyeteke ji Başûrê Kurdistanê re vegerin.

Iraq: Jinbira min Leyla

Ev ji bo me pirr zehmet bû. Me mecbûr xatirê xwe xwest ji mamosteyên xwe, hevalên xwe û dayînên li navenda zarokan şev û roj li me miqate bûn. Li aliyê din jî ev bextewer bûn ji ber ku me malbata xwe ya bi rastî dîtibû. Lê dewleta Tirk em bi şertekî berdabûn: Diviyabû em nekevin wargeha paneberan. Ji bo vê malbata min ji bo xaniyekî bi kirê peyda bike, gelekî li ber xwe dide. Em niha bi alîkariya xelkê kiriya mehekê didin. Em niha di navbera Dihok û Mûsilê de li gundê Xankê li cem jinbira xwe Leyla dimînin. Birê min wenda ye. Malbata min a mayî jî, bavê min, dayika min, sê bira û xwişkeke min winda ne.

Civaka nû

Leyla pirr li ber me digere, nêzî me ye, ez vê dibînim, lê em ji hev fêm nakin. Ez û Amîr em bi Kurdî nizanin bipeyivin, ew jî bi Tirkî nizanin. Hewl dide ji me re bibe dayik. Pirr şîrîn e. Lê min bêriya dayika xwe ya bi rastî kiriye. Ji bilî çendek resmên dê û bavê min, tiştekî ji wan nemaye. Ez pirr li malê dimînim. Gava sibehî radibim, ji înternetê li muzîkê dihisînim, li vîdeoyan temaşe dikim. Amîr bêhtir li derve vekiriye, û diçe her derê jî. Lê ez hîna hewl didim li vê civaka nû bibanim. Em hîna nikarin biçin dibistanê, dibistana ku em dikarin biçinê gelekî dûrî bajêr e û pereyên me têra heqrêya me nakin. Ez û Amîr nikarin biçin dibistana wargeha penaberan jî, ji ber ku destûra me nîne em li wargehê bimînin. Ez çawa bikim, em çi bikin, ez nizanim.

Navê min Amîra ye, ez tenê 12 salî me lê, lê ji bo vê dinyayê xwe zêde pîr hîs dikim.