'Mafê hêviyê' qencî nîne

Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:45

Ji parêzerên Baroya Wanê Mahmût Kaçan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 'mafê hêviyê' xaleke hiqûqî ye ku bi biryarên DMME'yê hatiye destnîşankirin û got:"Ji ber ku balê dikişîne ser afirandina mekanîzmayên ji bo azadiya mehkûmên heta bi hetayê yên girankirî hate bikaranîn. Li Tirkiyeyê hîn sererastkirineke qanûnî û mekanîzmayek nîne. Biryareke DMME'yê ye ku hêviyê dide mehkûmên heta bi hetayê yên girankirî ku rojekê dikare azad bibe." Parêzer Mahmût Kaçan bi bîr xist ku 'mafê hêviyê' yê ku Devlet Bahçelî bal kişand ser, mekanîzmayeke li gorî îçtîhada DMME'yê ye û got:"Ev yek qenciyek nîne, yan jî ne ew nêzîkatî ye ku desthilatdariya siyasî ji bo hin kesan cudaxwaziyê bike. Berevajî vê yekê pênaseyeke hiqûqî ye ku kesên cezayên giran li wan hatine birrîn divê bêne berdan. Bahçelî işaret bi vê xusûsê kiriye. Niha di mewzûata Tirkiyeyê de nîne, lê belê li gorî biryarên DMME'yê ku bi xala 90'emîn a Destûra Bingehîn re parçeyek ji hiqûqa navxweyî ye, divê sererastkirineke qanûnî di vê mijarê de bê kirin. Divê 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn û dadgeh jî li gorî vê yekê tevbigere."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.