- Fatma El-Ebdullah bi salan e lűfikan çêdike. Ew dibêje, keda destan pirr manedar e: "Çêkirina lûfikan ji çanda jinê ya kevnar e.
Fatma El- Edullah a ji bajarê Qamişloyê ye, 55 salî ye û ev 45 sal in bi destan lûfikan çêdike û debara xwe dike.
Fatma El-Ebdullah 10 salî hînî çêkirina lûifikan bûye: "Ez hîn 10 salî bûm tiştên destan bala min dikişand, ji bo wê ez hînî çêkirina lûfikan bûm. Ev 45 sal in ez lûfikan bi destê xwe çêdikim. Her wiha ji cîran û mirovên xwe re jî çêdikim. Ez li malê lûfikan çêdikim û li gorî daxwaza kesan jî çêdikim û wiha debara xwe û malbata xwe dikim. Ez çêkirina lûfikan hînî zarok û xwişkên xwe jî dikim. Ez lûfikan dibim bazara mezin a Ezrayê ya Qamişlo û li wir difiroşim."
Fatmayê El-Ebdullah lûfikên xwe ji rîsê çêdike. Beriya wan çêke, pêşî hiriyê bi teşiyê dirêse û piştre jî bi şûjina devgirtî wan çêdike: "Di destpêkê de ez tayê rîs dikirim û ta bi ta ji hev vediirînim. Paşê bi teşiyê tayê rîsan çêdikim. Piştî ku tayê min amade dibe ez dest bi çêkirina lûfikan dikim."
Lê ji ber pandemiyê û rewa xirab a aborî, ew her car nikare tayê rîs peyda bike û ji vê bi gazin e.
ROJDA SEYIDXAN/JINNEWS/QAMIŞLO