• Sendîkavan Omer Seîd: Em dizanin li Herêma Kurdistanê gelek kêm peymanên kar di navbera karkeran û xwediyên kar de hene. Ew peymanên heyî jî gelek caran li xêra xwediyên kar in. Ji ber vê pêwîstî bi hemleyeke hişiyarkirina karkeran heye.

PERÎ TAHER

 

Serhatiya 1'ê Gulanê sala 1886'an li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dest pê dike. Wê rojê polêsên Chicagoyê êrişî karkerên di grevê de kir û herî kêm 7 karker di êrişê de hatin qetilkirin. Qederê 40 hezar karkerê li Chicagoyê û bêhtirî 340 hezar karkerên li tevahiya DYE'yê doza baskirina rewşa jiyana xwe dikir. Di nava daxwazan de karkirina rojê 8 saetan jî hebû. Sala 1890'î 1'ê Gulanê weke roja bibîranîna wan karkeran bû Roja Karkeran a Cîhanî.

Karkerên Awusturalyayê sala 1856'an behsa rojeke karkeran kiribûn. Sala 1889'an di Kongreya Cîhanî a Karkeran a 1'ê ya li Parîsê de ev mijar ket rojevê. Karkerên kû weke delegeyên DYE'yê beşdarî kongreyê bûbûn, 1'ê Gulanê ji bo rêzgirtina ji têkoşîna karkerên Chicagoyê re ji bo Roja Karkeran a Cîhanî pêşniyaz kir. Pêşniyaza wan qebûl bû û ji sala 1890'î ve ev roj tê pîrozkirin. 
Li gelek welatên dinyayê ev roj îro betlaneyeke fermî ye. Lê li herêma Kurdistanê berovajî vê, di çend salên bihûrî de ji ber rewşa xerab a aborî û birrîna meaş, karker neçar bûn di vê rojê de jî kar bikin. 

Li Başûrê Kurdistanê rewşa karkeran çawa ye. Mirov di 1'ê Gulanê de bi rewşeke giştî ya karkeran a çawa rûbirû ye em bi sendîkavan û çalakgerê karkeran Omer Seîd re peyivîn; Omer Seîd bi navê Omerî Nanewe tê naskirin. 

Kek Omer Seîd, rewşa karkeran li Herêma Kurdistanê çawa ye?

Karker di rewşeke xirab de ne. Ji ber ku kirîza aborî rasterast bandor li rewşa karkeran kiriye. Bê planî di mijara kar li Herêma Kurdistanê de gelek zêde ye û ti lêpirsîn li ser navendên karkirinê nayê kirin. Her roj mafê karkeran tên binpêkirin. Yan xwediyê kar yan jî dezgehên peywendîdar vê dikin.

Çima gelek gazin ji sendîkayen karkeran ên Başûrê Kurdistanê tên kirin?

Ji ber ku rewşa xerab a niha ya karkeran ji ber nebûna sendîkayên çalak û dilsoz e; sendîkayên xwedî li mafên karkeran derkevin û mafên wan biparêzin nînin. Mixabin li Herêma Kurdistanê sendîkayên karkeran, sendîkayên hizbî ne û nûnertiya hizban dikin. Di heman demê de sendîkalîstên dilsoz û çalak tinene. Çerxeke ji bo parastina mafên karkeran jî tineye. Ew qanûnên ji bo mafên karkeran di destûrê de jî tên binpêkirin û ev yek weke diyardeyeke rojane ye. Ji ber van sedema hemûyan her roj nevendên kar mafên karkeran binpê dikin û roj bi roj rewşa karkeran xirabtir dibe. 

Di warê qanûnî de kêmasî hene. Gelo ji ber vê ye ku heta niha karkerên avahîsaziyê nikarin sûdê ji qanûnên xanenişîniyê û mafên din ên civakî bigirin?

Belê, rast e. Qanûnên heyî ji ber ku ne ji bo sektora taybet in û sektora taybet kar pê nake. Û ji ber ku endamên lijneya çavdêriyê gelek kêm in. Her wisa parlamen û wezareta kar jî bi erka xwe ranabin. Li tevahiya Iraqê 38 çavdêr hene ku 30 sal in her heman kes in. Heger em wan li ser bajaran dabeş bikin ji bo her bajarî 2 çavdêr jî tinene. Ev jî dibe sedem ku çavdêriyeke baş li ser navendên kar tinebe. Lewma, di pêvajoya kar a li Herêma Kurdistanê de guherînên mezin çêbûne.

Li gorî qanûna kar, xwediyê kar divê peymana kar, betlane, mafê xanenişînî û bîmeya tenduristî ya karker misoger bike. Lê ev nayê bicihanîn, çima? 

Rast e, li gorî qanûnê xwedîkar/karsaz mecbûr in van misoger bikin, lê pirraniya xwediyên kar, qanûnê li ber çav nagirin. Ev yek jî bandorê li ser rewşa karkeran dike û dibe sebeb ku hejmareke zêde ya karkeran bi meaşekî kêm bişuxilin, gelek ji wan bêkar bin yan jî ji karên xwe bên avêtin. Tevî vê ji krîza aborî û siyasetên hikûmeta Herêma Kurdistanê wisa kiriye ku bi sedan hezar karkerên sektorên cuda bê kar bin. Pêwîst e vê yekê jî bêjim, haya gelek karkeran jî ji mafê wan nîne û di vî warî de li gorî pêwîst hişyariyeke di nava karkeran de tineye. Mijareke din jî ew e, lijneyên çavdêriyê li gorî pêwîst naçin serdana navendên kar û rewşa karkeran naşopînin. Haya wan ji vê yekê nîne, gelo karker peymana kar bi xwediyê kar re îmze kiriye yan na? Em dizanin li Herêma Kurdistanê gelek kêm peymanên kar di navbera karkeran û xwediyên kar de hene. Ew peymanên heyî jî gelek caran li xêra xwediyên kar in. Ji ber van hemûyan, pêwîstî bi hemleyeke ji bo hişiyarkirina karkeran heye. Ji bo ku karker bizanin xwediyê kîjan mafan in. Ji bo ku xwediyên kar mafên karkeran binpê nekin. 

Çima ewlehiyeke civakî (sîgorte, bîme) ya ku karkeran di dema bêkariyê de biparêze li Herêma Kurdistanê tineye?
Berê ne qanûna kar a Iraqê hebû û ne jî qanûna ewlekariya civakî ya niştimanî. Me 2 proje pêşkeşî wezareta kar a Herêma Kurdistanê kirin û bi vî awayî me karî hin bîme ya bêkariyê zêde bikin.

Çend karkerên jin li Başûrê Kurdistanê hene? Gelo jin jî weke mêran muxateb tên girtin? 

Mixabin hejmara karkerên jin li Herêma Kurdistanê di sektora taybet de ji sedî 7'ê kêmtir e. Ji ber ku bawerî bi sektora taybet nîne. Sebebeke din jî ew e ku jin ji bazara kar dûr dikevin, pirsgrekên rêgezî û cinsî hene ku zilam ji jinan re çêdikin. Girîngtirîn pirsgireka jinê li Herêma Kurdistanê de ew e ku jin ji bo reklamê tê bikaranîn, di beşa xizmetguzarî û karên firotin û kirînê de jin tên xebitandin. 

Îsal çend karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest daye? 

Ji despêka salê ve heta niha 26 karkeran tenê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye. Hejmarên parêzgehên Hewlêr û devera Behdînanê nayên girtin û nayên eşkerekirin. Nizanim sebeb çi ye. Dibe ku ji tirsa PDK'ê be. Xwedê giravî ji bo rûyê xerab ê deselatdariya wan dernekeve holê. Ji bo mînak, sendîkayên karkeran li Hewlêrê dibêjin, tenê 2 karkeran jiyana xwe ji dest daye, li Dihokê jî heta niha ti karkerî jiyana xwe ji dest nedaye. Lê bi van daneyan bawerî nabe bê anîn, ew nerast in. 

Pirsgirekên karkerên biyanî û karkerên Kurd en ji parçeyên din ên Kurdistanê çi ne? 

Li Herêma Kurdistanê, 2 cûre karkerên biyanî hene. Cûreyê yekê, ew e, ew bi xwe dixwazin werin li vir kar bikin û cûreyê din ew e ku weke turîst tên vir 15 roj molet bi wan tê dayîn û piştre li vir dimînin û dixebitin. Her du cûre tevlîhev bûne. Xwediyên kar ji miameleyeke baş bi wan re nakin.