'Kurdî mesela me ye'

Şemî 15 Gulan 2021 - 05:22

  • Tayîp Temel bi bîr dixe ku siyaseteke qirkirinê li dijî Kurdan tê meşandin û mijara Kurdî ji vê ne qut e, û dibêje; HDPʼê nû bi Kurdî nehesiyaye û Kurdî meseleya wan bi xwe ye.

OSMAN OGUZ

Parlamenterê HDP´ê yê Wanê û alîkarê hevserokên HDP´ê Tayîp Temel, li ser siyaseta ziman a HDP´ê û berxwedana li dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk bersiv da pirsên me. Tayîp Temel ji bo vê siyaseta dewleta Tirk dibêje, "Esas siyaseta qirkirina her tişta Kurdan tê meşandin. Êrişên li dijî zimanê Kurdî jî weke encama vê siyasetê bi pêş dikeve." Di dewamê de ew girîngiya xebatên ziman ên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî îfade dike û dibêje, HDP bi qedrê wan dizane û nûnerên HDP´ê di nava herduyan de hene. Tayîp Temel wiha dewam dike: "Ji bo ku em Kurdî di nava dezgehên xwe yên navendî de û nexasim di nava Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) de bi pêş bixin, biparêzin û bikin zimanê perwerde û nivîsên fermî, me komîsyon ava kir." 

Du armancên komîsyonê hene

Tayîp Temel ku hîna jî ji nivîskarên rojnameya welat e, du armancên komîsyonê wiha rave dike: "Yek jê piştgiriya xebatên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ye. Komîsyon hewl dide kampanyaya îmzeyan bi rêya rêxistinên cihî bigihîne heta bi nava malan. Armanca din jî ew e ku yekser elaqedar bibe bi perwerdekirina bi dehê hezaran çalakger, endam û rêveberan re." 

Kî di nava HDP’ê de hîn dibe

Halê hazir dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) di 30 sinifan de hefteyê du rojan ji bo HDP´yiyan dewam dikin. Temel dibêje, "Rêveberên partiya me, endamên Desteya Rêveber a Navendî, şêwirmend û xebatkarên me yên li bajar, navçeyan beşdar dibin. Kelecana beşdaran weke roja pêşî ye, gelek elaqeyê nîşanî kursan didin. Em wan bi Tevgera Zimanê Kurdî re bi rê ve dibin. 

Ne tenê çandî ye

Tayîp Temel dibêje, "Xebatên ziman ji bo me ti carî ne tenê xebatên çandî bû, û ne wisa ne. Ev xebateke gelekî îdeolojîk e. Li Tirkiyeyê, gava herî çalak a siyaseta mandelkirin û tinekirinê li dijî miletekî, qirkirina ziman e. Parastina ziman jî bi vê siyasî ye."

Tayîp Temel xwedîderketina li ziman di nava HDP´ê de jî kêm dinirxîne û dibêje, "Kurdî keleheke gelekî xurt e, li ber xwe dide. Zimanê Kurdî li erdekî ku Kurdîtî lê tê qirkirin, çandeke berxwedêr e." Tayîp Temel dibêje, "Ew rexneya li xwe û partiya xwe wiha dike: "Hestiyariyek heye, lê di biwara birêxistinkirina pratîkê de kêmasî heye. Ne ku HDP hîna nû bi girîngiya Kurdî dihise. Me niha giştînameyên partiyê kirin duzimanî. Wekî din heta niha ji bo hevalên me yên bi Kurdî dipeyivin û tawîzê ji vê nadin, sîstemeke wergerê nehatibû avakirin da ku yên din ji wan fêm bikin. Di xebatên çapemeniyê de jî Kurdî, wisa hinekî folklorîk bû, li herêmê asê mabû." 

Kurdî divê bibe zimanekî esasî

Bi ya Tayîp temel, ji xisleta HDP´ê ye ku pirrzimanî be û ji bo hewldanên wê yên ji bo Kurdî jî ew dibêje, "Xebat tên kirin da ku Kurdî bibe zimanê xebatên çapemenî û weşanê. Xebat hene ji bo ku Kurdî bibe yek ji zimanên esas ê xebatên çand û hunerî. Wekî din jî em hewl didin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyên naxweyî yê partiyê, hem li Kurdistanê û hem jî ji bo Kurdên li bajarên Tirkiyeyê jî."


Hesasiyeta sembolîk red dike

Parlamenterê Wanê, Tayîp Temel bi rasthatina 15´ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî vê bangê dike: "Ez hêvî dikim, cejn bibe sedema wê yekê ku hesasiyeta ji bo Kurdî di rojekê de asê nemîne û li tevahiya rojên salê belav bibe. Ez bi xwe, pîrozkirina cejneke sembolîk red dikim. Cejna ziman divê bîreweriya ziman û berxwedana wî bi pêş bixe. Ji bo vê jî amadekariyên me hene."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.