• Gautier: Min xwest Kurdî bikim zimanê xwe. Piştî ku hînî vî zimanî bûm, min asta ku mêtingerî û asîmîlasyona Tirkan gihîştiyê û pêwîstiya têkoşîna li dijî vê asîmîlasyon û mêtingeriyê fêhm kir. Ez hînî pêdiviya zimanê zikmakî bûm ji bo mafê mirovan û gelên dixwazin hebûna xwe biparêzin.

MIHEME PORGEBOL

 

Îro 15´ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ye. Li dijî polîtîkayên qirkirina Kurdî, têkoşîna ziman didome. Berhemên bi Kurdî yên wêjekar û hunermendên Kurd her roj zêdetir li cîhanê belav dibin. Stranên Kurdî li ser zimanê cihaniyan deng vedidin. Ev pengava çand û hunerê Kurdî bala gelek kesên ne Kurd jî dikişîne û dike ku hînî Kurdî bibin. 

Charlène jî yek ji wan kesan e ku hînî Kurdî bûye. Charlène ji Fransayê ye. Ji bo ku têkiliya bi kirriyarên xwe ra xurttir bike xwestiye bi Kurdî biaxive. Charlène dibêje, "Ez garson im. Ji sedî şêstê kirriyarên me Kurd in. Hin ji wan bi Fransî nizanin. Di serî de hînî peyvên mîna 'silav', 'spas' û 'roj baş' bûm. Qet nebe ji bo karibim bi wan re biaxivim û ji bo karibim sparîşên kirriyaran bistînim hêdî hêdî hînî Kurdî bûm." Charlène derbarê pêvajoya hînbûna Kurdî da dibêje, wê bi saya vî zimanî çandeke nû nas kiriye, "Jixwe, ji fêrbûna zimanên nû hez dikim, lewma min biryar da Kurdiya xwe bi pêş ve bibim. Kurdî zimanekî taybet û pirr xweş e. Qet naşibe Tirkî, ji Tirkî gelek cûdatir e. Bi saya vî zimanî min çandeke nû nas kir." 

Çima welatê Kurdan nadin wan?

Gelek hevalên Charlènê Kurd in. Ew hînbûna Kurdî wiha rave dike: "Gelek hevalên min yên Kurd hene. Gava ez bi Kurdî diaxivim pirr kêfa wan tê. Hêzê didin min. Kurd weke gel dixwazin bêne nasîn û dixwazin di welatê xwe de bijîn. Dixwazin li alaya xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin. Ev mafekî rewa ye. Çima em welatê wan nadin wan? Ez li dijî vê me. Ez ji bo vî zimanî hîn bibin bang li her kesî dikim. Ji bo stran û kilamên wan yên bibandor fêm bikin, bi taybetî jî ji bo ev zimanî wenda nebe divê em hînî Kurdî bibin. Îro gelek Kurd nikarin hînî zimanê xwe bibin. Bes bi Tirkî diaxivin. Tehlûke heye ku Kurdî nifş bi nifş wenda bibe. Ger tiştek wisa biqewime dê pir heyf be. Ji ber ku Kurd bi sedsalane ji bo rastiya xwe biparêzin şer dikin."

Min xwest Kurdî bikim zimanê xwe

Yek ji kesên ku Kurdî hîn dibe jî Gautier e, ew jî ji Fransayê ye. Gautier siyasî nêzîkî ziman û çandê dibe, bi gotinên "Bi xwendin û lêgerînên xwe hîn bûm ku Kurd asîmîle dibin" balê dikişîne ser polîtîkayên asîmilasyonê: "Lewra min biryar da ku hînî Kurdî û pê re jî çanda Kurdan bibim. Ji bo ku hînî Kurdî bibim faktora herî mezin hevalên min bûn. Di heman demê de min xwest vî zimanî bikim zimanê xwe. Piştî ku hînî vî zimanî bûm, min asta ku mêtingerî û asîmîlasyona Tirkan gihîştiyê û pêwîstiya têkoşîna li dijî vê asîmîlasyon û mêtingeriyê fêhm kir. Ez hînî pêdiviya zimanê zikmakî bûm ji bo mafê mirovan û gelên dixwazin hebûna xwe biparêzin. Gelek Kurd bi zimanê xwe nizanin û zimanê wan ne xema wan e. Bi ya min xwedî derketina li vî zimanê qedîm ku zimanê Mezopotamyaya dergûşa mirovahiyê ye, pêkan e. Min xwest ji bo vê bibim mînak û min xwest tevgerên li dijî vê biguherînim. Bi vê biryara xwe motive bûm û hînî Kurdî bûm."

"Kurdî weke terapiyê ye"

Christel Aslan jî sedemên xwe yên ji bo fêrbûna Kurdî bi hestên xwe ve girê dide. Ji bo şîna hevserê xwe bigire, wê xwestiye zimanê wî hîn bibe. Lewra jî derbarê perwerdeya xwe ya Kurdî de wiha dibêje, "Ji ber ku hevserê min Kurd bû, min xwest hînî Kurdî bibim. Lê beriya du salan hevserê min jiyana xwe ji dest da. Ji bo têkiliya zarokê min û malbata hevserê min qut nebin, diviyabû ku ez serwextî bingehê vî zimanî bim. Bi rastî hînbûna Kurdî bû weke terapiyê ji bo min. Bi saya Kurdî min karibû şîna hevserê xwe bigirim. Şîna xwe bi Kurdî girêdidim. Axavtina ziman min bêhtir nêzîkê malbata hevserê min dike. Ji stran û kilamên bi salan e guhdarî dikim, fêhm dikim êdî."

"Serbilind im ku bi Kurdî diaxivim"

Christel, her çiqas bi çend zimanên din zanibe jî Kurdî ji bo wê xwedî wateyeke mezin e. Ew dibêje, "Her çiqas karibim xwe bi Tirkî îfade bikim jî diviya hînî Kurdî bibim. Her çiqas bi çend zimanê din zanibim jî di fêrbûna Kurdî de lêgerînên min her tim xetimîn. Ev ziman pirr zor dihat ji min re. Li kursên ziman geriyam lê ji ber derfetên bajarê ku lê dijîm, ev lêgerînên min jî negihîştin armanca xwe. Piştî dersên online yên li ser Zoomê hêdî hêdî bêhna min derket, lê hê jî vî zimanî pirr tevlihev dibînim. Piştî dersên Kurdî û têkiliya wê ya bi zimanên din re hinekî din jî nêzîkî vî zimanî bûm. Bi saya dersên Kurdî ji Tirkiye, Fransa û Swîsreyê sê hevalên min yên nû çêbûn. Em bi hev re hîn dibin"
Christel balê dikişîne ser polîtîkayên îmha û asîmilasyonê jî û qedexekirina zimanê Kurdî şermezar dike. Li dijî van qedexekirinan bang li herkesî dike û dibêje, "Ez bang li her kesî dikim da ku hînî Kurdî bibin. Ne ji ber sebebên siyasî. Ji bo mirov karibe zimanekî hîn bibe divê elaqeyeke mirov ji wê çandê ra jî hebe. Lê ez serbilind im ku bi zimanekî hatiye qedexekirin, diaxivim. Ti ziman divê ti carî neyê qedexekirin."