Konserên ji çêlekan re 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Tîrmeh 2021 - 06:33

  • Ew li deşt û çewlîgên Danmarkê digere û li berriyên Stevns ên Danmarkê ji bo sewal û dewaran konseran didin, nexasim jî ji bo çêlek û nagonan. Jacob Shaw dibêje, “Ew pirr ji muzîka min a klasîk hez dikin, ew li ber muzîka min mest dibin!”

Afirînerî her tim di demên dijwar de xwe nîşan dide. Her ku li hemberî mirovan astengî derdikevin û dilê wan ditengije, ew berê xwe didin hin cih û warên din û ji xwe re rêyên din peyda dikin. Piştî ku pandemiya ji ber vîrusa koronayê bi ser dinyayê ve girt, gelek dever hatibûn girtin. Di nav van cihan de salonên sînema û konseran jî hebûn û her wiha gelek konser hatibûn betalkirin. Lê muzîkjenê Danmarkî Jacob Shaw ji bo muzîka xwe îcra bike ji xwe re rêyeke cuda peyda kir. Ew li deşt û çewlîgên Danmarkê digere û li berriyên Stevns ên Denmarkê ji bo sewal û dewaran konseran çêdike, nexasim jî bo çêlek û nagonan. Jacob Shaw dibêje, “Ew pirr ji muzîka min a klasîk hez dikin, ew li ber muzîka min mest dibin!”

Jacob Shaw 30 salî ye û çelloyê dijene, çellîst e. Shaw, di heman demê de “Dibistana Viyolonsel ya Danmarkê” bi rê ve dibe û serokê dibistanê ye. Ev dibistan sala 2016’an hatiye damezirandin û heta niha gelek çellîst û muzîkjen fêrî lêxistina înstrumanan kirine. Lê piştî pandemiyê, ev dibistan jî mecbûr maye deriyê xwe bigire û konserên wan jî giş betal bûne. Lê Shaw bi fikreke afirîner xwestiye xwe ji vê halê rûhî yê ne baş xelas bike û biryar daye ku here berriyên Stevns yên Danmarkê û li wir konseran bide ajalan. Ew carinan bi serê xwe û carinan jî bi şagirtên xwe re diçe konseran û ji bo ajalan performansên muzîka klasîk pêşkeş dike.

Biryara herî baş didin

Shaw dibêje, “Di dema koronayê de helbet lidarxistina konseran ne guncaw bû. Em fikirîn û li gorî min me biryara herî baş dabû; ji bo sewal û dewaran konserên muzîka klasîk.” Shaw ji bo karibe fikra xwe pêk bîne, cotyarê bi navê Mognes Haugaard nas dike û wî ji bo vê projeya xwe qaneh dike. Ew hinekî bi şans bû ji lewre cotyar Mognes Haugaard jî ji muzîkê pirr hez dikir. Haugaard dibêje, “Vê fikra wî kela canê min jî radikir û min meraq dikir ka dê çi bibe. Min aramiya muzîkê di bedena xwe de hîs dikir û ez min yeqîn dikir ku çêlekên min jî dê heman tiştî hîs bikin. Jixwe, weke min jî bû.”

Çêlek aram û bextewar dibin

Piştî ku Shaw cotkar Haugaard qaneh dike, înstrûmanên xwe li wesayîta xwe bar dike û çawa ku biçe konserekê hemû amadekariyên xwe temam dike û diçe berriyên Stevns yên Danmarkê. Li deştan û çewlîgan ji bo sewal û dewaran konseran li dar dixe. Nexasim li axur û goman vî karî dike. Shaw dibêje, “Dengê çelloyê pirr dişibe dengê borîna çêlekan û ez bawer dikim, ev deng di navbera çêlekan de dengekî populer e û te naskirin. Piştî min çend konser lidarxistin, min ev yek baştir fêhm kir.” Piştî konseran cotyar Haugaard jî bandora muzîka klasîk a li ser sewal û dewaran îfade dike, “Gava ew li muzîkê guhdarî dikin, aram û bextewar in.”

Muzîka klasîk li derveyî salonan

Destpêkê li hin axur û goman hoparloran bi cih dikin û ji bo çêlek muzîka klasîk baş nas bikin, demekê bi rêya hoparloran dengan bi wan didin guhdarîkirin. Piştî demekê, hoparloran radikin û konseran didin. Shaw dibêje, "Gava me destpêkê ji bo wan lêxist, me dît ku jidil jî li muzîkê guhdarî dikin û muzîk li ser wan bandoreke baş dike." Ji ber vê jî ew vî karî dewam dikin. Shaw dibêje, “Ji bo çêlekan ez ê her tim li çelloyê bixim, ev yek di karîyera min a solo de dê her tim hebe. Jixwe, her tim min dixwest muzîka klasîk derxim derveyî salonên konseran, ji mêj ve min ev tişt dixwest û niha jî dikim.” 

Ji muzîka modern hez nakin

Gava ku çêlek bêhna xwe vedidin û kayîna xwe tînin, Shaw dest bi muzîkê dike. Ew bi hevala xwe ya muzîkjen Roberta Verna re berhemên Reinhold Gliere û Bela Bartok ji bo dewaran dijene. Shaw, Verna û Haugaard piştî demekê pê hisiyane ku çêlek bêhtir ji muzîka klasîk hez dikin. Gava ku ew hewl didin muzîkê biguherînin û bi şêwazeke modern lêxin, dewar ji wan dûr dikevin û naxwazin li muzîka modern guhdarî bikin. Shaw dibêje, “Li gorî beste û muzîkê helwêstên wan diguherin, gava ez muzîkeke navdar a modern hildibijêrim û dijenim, hez nakin û ji me dûr dikevin. Lê çello nêzî dengê wan e, ew bêhtir li vî dengî guhdarî dikin û jê hez dikin.”

Tercîhên wan jî hene

Shaw dibêje, piştî ku salon li konseran vebin jî ew ê vî karî dewam bike û konsêrên xwe yên muzîka klasîk a ji bo sewal û dewaran betal neke. Shaw dibêje, “Ew piştî demekê hînî muzîkê dibin û dibin sewal û dewaran xweşik û nexweş jî nakevin. Bifikirin, tercîhên sewal û dewaran jî hene, mirov zêde ber vê nakevin, lê tiştekî tenik e ku divê mirov hinekî li ser biramin.” Cotyar Haugaard jî dibêje, “Piştî muzîkê çêlekên min guherîn û pirr aram in, ez bi hêsanî dikarim nêzî wan bibim û wan bidoşim.”

Li hember me rêzdar in

Robert Verna yê 22 salî jî dibêje, "Ji bo vê nihêrîna cuda ez tevlî Shaw bûm û pê re lê didim. Ev ceribandin ji tişta ku me her tim dikir, cuda bû lê tiştekî xerab jî nîn bû. Jidil jî balkêş bû ji lewre ew bi dil û can li me guhdarî dikin û li hember me rêzdar in. Piştî konsereke 15 deqeyî ew diçin bêhna xwe vedidin, lê gava em dîsa dest pê dikin, yek bi yek kom dibin û tên ciyê konserê. Bi baweriya min, salên li pêşiya me dê balkêştir bin, dê golikên wan yên nû çêbin jî bi muzîkê mezin bibin.”
Herî dawî Shaw dibêje, “Li vê berriyê ji bo çêlekan tişta herî normal guhdarîkirina muzîkê ye. Min ne niyet e, ez vî karî rawestînim, ez ê vî karî timî dewam bikim û dev jî vî karî bernedim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.