• Li Meydana Tehrîr a Bexdayê doh careke din li dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î çalakiyek hate kirin. Xelkê xwest namzetiya Zêbarî were redkirin.

Li Meydana Tehrîr a Bexdayê doh careke din li dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î çalakiyek hate kirin. Xelkê xwest namzetiya Zêbarî were redkirin.

Çav li rê ye ku 7’ê Sibatê yanî duşemê, parlamena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê yê nû, kom bibe. YNK´ê careke din Berhem Salih weke namzet nîşan da, PDK jî vê carê Hoşyar Zêbarî kiriye namzet.

Nerazîbûna ji namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’ê dewam dikin. Careke din li Meydana Tehrîr a Bexdayê li dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî, çalakî hate lidarxistin. Xwepêşandêran xwest namzetiya Hoşyar Zêbarî ji ber gendeliya ku li ser hatiye îsbatkirin, were redkirin. Bi dehan welatî ku tevlî çalakiyê bûn, diyar kirin ku ew naxwazin kesekî weke Hoşyar Zêbarî bibe serokkomar. Xwepêşandêran got, divê Hoşyar Zêbarî li şûna koşka serokkomariyê, di hepsê de be. 

BEXDA