- Çalakiya rûniştinê ya 12ʼê Cotmehê li Strasbourgê li ber Konseya Ewrûpayê destpê kir di hefteya duyemîn de ye. Çalakiya vê hefteyê jinan dewr girt.
BARIŞ BALSEÇER/STRASBOURG
Çalakiya rûniştinê ya 12ʼê Cotmehê li Strasbourgê li ber Konseya Ewrûpayê destpê kir di hefteya duyemîn de ye. Çalakiya vê hefteyê jinan dewr girt. Çalakiyê mehekê dewam bike û her hefteyê komek wê çalakiyê dewr bigirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Apo vê hefteyê ji alî endamên Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê (TJK-E) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê (SKB) ve tê meşandin. Ji Swîsre, Belçîka, Franse û Elmanyayê li derdora 30 jin beşdarî çalakiyê bûne. Li ser navê TJK-Eʼê Dîlan Amed axivî, bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û got; Rêber Apo dixwaze sîstema konfederal a Rojhilata Navîn ava bike. Lema êrişî wî dikin. Dîlan da zanîn ku wê 22-23 Cotmehê li dijî êrişên li ser HDPê civîneke online pêk bê û wê Serokê Konseya Ewrûpayê jî beşdar bibe. Jin jî wê rojê wê ji Meydana Kleberê ve ber bi Konseya Ewrûpayê ve bimeşin û xwest her kes beşdarî meşa 22 Cotmehê bibe.
Endama SKBʼê Esra Asya Guden jî got, faşîzm di serî de karker û jin tevahî muxalifan dike hedef û êriş dike.
Li ser navê Komîteya Amedekar jî Newroz Agirî da zanîn ku wê di nava hefteyê de semîneran der barê rastiya Rêbertiyê, qirkirina jinan û îdeolojiya rizgariya jinê de semîneran bidin.