Ji bo zimanê Galîsî meşiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Sibat 2025 - 00:56

Bi hezaran kes li paytext Santiago de Compostelayê ji bo parastina zimanê galîsî meşekê li dar xistin. Daxwaza sereke ya vê çalakîyê pêdivîya guherîna polîtîkaya ziman a hikumeta herêmî bû.

Ji hikumetê tê daxwaz kirin, Qanûna Pirzimanîyê betal bike û di dewsa wê de polîtîkayeke serdestkirina galîsî amade bike. Parastina zimanê galîsî daxwaza bi hezaran aktîvîstên li Galîsyayê ye.

Her sal ji bo protestokirin û hişyarkirina rêveberîya herêmî, li Galîsyayê çalakîyên girseyî tên lidarxistin.Îsal çalakîyên ji bo ziman li vê herêmê zû destpêkirin. Bi hezaran kes roja 23yê sibatê li paytext Santiago de Compostelayê meşeke girseyî li dar xistin.

Daxwaza sereke ya vê çalakîyê pêdivîya guherîna polîtîkaya ziman a hikumeta herêmî bû. Hikumeta li herêmê wekî “Xunta” tê pênasekirin, bi salane rastî rexneyên aktîvîstên ziman tê. Hikumeta herdem jî alîyê partîyên îspanyolîst tê damezrandin, ne xwedî polîtîkayeke parastina zimanê galîsî ye.

‘Na Galiza na galego’

Di meşê slogana “Na Galiza na galego” (li Galîsyayê bi galîzî) derket pêş. Piştî meşê, axaftin hatin kirin û performansên muzîka etnîk hatin pêşkêşkirin. Kordinatorê sazîya Vamos Gallegoyê Celia Armas di axaftina xwe de bale kişand ser giringîya parastina ziman û wiha axivî: “Paşeroja zimanê galîsî heye, ji ber ku gelê me serbilind e.” Berîya vê çalakîyê, endamên A Mesayê (Sazîya Normalkirina Bikaranîna Ziman) tevlî civîneke Parlamentoya Galîsyayê bûbûn û di civînê de hikumetê şermezar kiribûn.

Galîsî zimanekî jîndar e

Galîsya herêmeka otonom a li bakurêrojavayê Îspanyayê ye. Îspanyolî û galîsî zimanên fermî yên herêmê ne. Galîsî ku wekî “Galego” tê pênasekirin, zimanekî nêzîkî Portûgalî ye. Portûgalî û galîsî heta sedsala 13. yek ziman bûn e paşê ji ber sebebên dîrokî û polîtîk portûgaliya bakurêrojavayê Îspanyayê veguherî ye galîsî. Li gorî daneyên Herêma Otonom  a Galîsyayê, ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn 2.2 milyon kes ji wan bi galîsî dizanin. Lêbelê Saziya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) 2021an de ragihand, li  Galîsyayê herî zêde îspanyolî tê axaftin. Sazîyên ziman dixwazin hikumeta herêmî Qanûna Pirzimanîyê betal bike û di dewsa wê de polîtîkayeke serdestkirina galîsî amade bike.

INFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.