- Piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan a li ser fikarên wan li ser jiyana wî KCDK-E´yê bang kir: Li her derê miletê me û dostên wî bila dakevin meydanan heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin.
Piştî daxuyaniya Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a ku digot, ew ti agahiyê ji Ocalan û 3 girtiyên pê re nagirin û gotegotên li ser jiyana Rêber Ocalan. KCDK´E´yê banga daketina meydanan kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan fikarên wan zêde kirine û bang li gelê Kurd û dostan kir da ku bi lezgînî dakevin meydanan, çalakiyan bikin.
KCDK-E´yê got, “Dewleta Tirk a faşîst tevî ku li ser rewşa jiyanê û tenduristiya Rêber Apo ti agahiyan nade. Em vê sîstema tecrîdê şermezar dikin û bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erk û wezîfeya xwe pêk bînin.
Ji şeva 14'ê Adarê ve li ser jiyana Rêber Apo li ser medya dîjîtal parvekirin hene ku ev parvekirin fikarên me qat bi qat zêde kirine. Ev parvekirin tirs û fikarên gelê Kurd zêde dikin. Têkildarî Rêber Apo em bi fikar in ku di nava tecrîdê de ye û destûra hevdîtinê nayê dayin. Em daxuyaniyên dozgeriya Bûrsayê bi ti awayî têrker nabînin.
Ji bo gelê Kurd Rêber Apo paşeroj û xeta sor e. Bêyî ti hincetê dixwaze ku yekser hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Divê hem parêzer hem jî malbat karibin tavilê hevdîtinê bikin. Her wiha divê tavilê dawî li sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya faşîst bê anîn ku bi salan e dewam dike.
Hewl tê dayin ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û îradeya Kurdan bê tecrîdkirin, lê wê ev hewldan bêencam bimînin. Gelê Kurd wê bi Rêberê xwe re teqez azad bibe.
Em bang dikin ku li her derê miletê me û dostên wî dakevin meydanan heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin."
NAVENDA NÛÇEYAN