• Hêzên polês ên dewleta Tirk ji bo ku heyeta HDP´ê ya bi pêşengiya Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan neçe serdana malbata Şenyaşar, doh dayik Fadîme û kurê wê Ferît Şenyaşar kirin nezaretê. Buldan li Rihayê xwest AKP dawiyê li zilmê bîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Kampanyaya Parastinê” li Rihayê bi dirûşma “Em HDP’yî ne û li her derê ne” hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya bi wan re di ketina bajêr de ji aliyê endam û rêveberên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Bûldan û şandeya pê re xwe derbasî ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Karakopruyê bûn û xelkê bi dirûşm û kêfxweşî pêşwazî li wan kir. 

Di hevdîtina bi gel re Bûldan ji xelkê re axivî û got: “Ji 20’ê Tîrmehê re hindik ma. Bi minasebeta 20´ê Tîrmehê, nemaze salvegera komkujiya Pirsûsê, em careke din ji hevalên xwe hemûyan re yên ku di vê qetlîama de canê xwe ji dest dan, rehmetê dixwazin. Em dizanin komkujer bi heman zihniyetê, ev êriş ne tenê li Pirsûsê li Enqereyê, lê her weha li Marmarisê jî bi heman armancê pêk anîn. Hîna nû di avahiya rêxistina me ya Izmîrê de Denîz Poyraza delal qetil kirin. Em baş dizanin ku li pişt van komkujiyan, yên ku Komkujiya Pirsûs û Enqereyê pêk anîn, yên ku Deniz Poyraz li Izmîrê qetil kirin û yên ku îro êrişî avahiya me ya li Marmarîsê kirin, ji heman tîmê ne. Em organîzatoran nas dikin. Em bi komkujer dizanin. Em careke din diyar dikin ku bêguman em ê hesabê wan li ber edaletê bipirsin."
 
Hikûmetê çandinî nehişt

Pervîn Buldan bal bire ser meseleya çandiniyê jî û got, "We ceyrana xelkê Rihayê qut kir, ceyran û ava vî gelê ku bi çandiniyê debara xwe dike, we qut kir û we çandinî nehişt. Qet ji bîr nekin ku xelkê Rihayê wê li van kirinên hanê bipirse û di hilbijartinan de hesabê vê yekê bipirsin.
Erdên bi xêrûber ên Rihayê hene, lê Rihayî wekî karkerên demsalî neçar diçin rojavayê Tirkiyê. Pirraniya Rihayiyan neçar in ku wekî karkerên demsalî kar bikin. Her çend axa Rihayê têra xwe bi xêrûber e û dikare cîhanekê têr bike jî. Yên ku pêşî li wan digirin bêguman dê di hilbijartinan de hesabê vê yekê bidin." 
 
Şenyaşar ne tenê ne 

Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan  bi bîr xist ku wê dixwest tevî heyetê biçe serdana malbata Şenyaşar jî û wiha dewam kir: "Vê Sibehê Malbata Şenyaşar a ku 128 (îro 129) roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirt, kirin nezaretê. Ji ber ku em ê biçûna serdana malbatê, ew kirin nezaretê. Em careke din vê bêexlaqî û bêhiqûqiyê şermezar dikin. Malbata Şenyaşar nekin nezaretê, guh bidin hawara wê ya edaletê. Hikûmeta AKP’ê careke din bêwijdaniya xwe nîşan da. Serdana me girîng e. Lê bila vê ji bîr nekin, bi milyonan Kurd li cem malbata Şenyaşar in. Banga wan a edaletê banga me ya edaletê ye. Bêhiqûqiya li wan dikin, bêguman di rojeva HDP’ê de ye. Hûnê nikaribin serdana HDP’ê ya ji bo malbatê asteng bikin. Em rêz û hezkirina xwe ji dayika xwe Emîne Şenyaşar re dişînin."
 
Kurd kirinên we ji bîr nakin

Pervîn Buldan bal bire ser zilma dewleta Tirk, hikûmeta AKP´ê û got, "Îro jî zilma AKP’ê ya li ser kurdan eşkere ye. Li vî welatî piştî van bêhiqûqiyan hemûyan kurdek jî nîne ku bi AKP’ê re li ser maseyê rûnê. Yên ku welat bi kiryarên antî demokratîk bi rê ve dibin, li pêşiya gelan û siyaseta gelê Kurd astengiyan derdixin, zimanê Kurdî qedexe dikin, zextê li kesên hilbijartî dikin. Ew dibînin, di anketan de berjêr diçin. Ji bo vê, ew diçin Amedê û çavê xwe ber didin dengên Kurdan. Wê xelkê me zilma hûn li partiya me dikin ji bîr neke. Xelkê me têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ji bîr neke. Îradeya Kurdan di zindanê de ye. Em vê yekê careke din tînin bîra AKP'ê û bila dawî li zilma xwe bîne.”

RIHA