Hêzên Siyasî bêyî Sedr civiyan

Çarşem 17 Tebax 2022 - 21:27

  • Civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya Hêzên Siyasî yên Iraqê a li ser banga serokwezîrê Iraqê, bêyî beşdarbûna Tevgera Sedr dest pê kir.

Civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya Hêzên Siyasî yên Iraqê a li ser banga serokwezîrê Iraqê, bêyî beşdarbûna Tevgera Sedr dest pê kir. Dadgeha Federal a Iraqê jî rûniştina parlamena Iraqê ya ji bo fesixkirina parlamenê ji bo pêkanîna hilbijartinan da paş. 

Li gorî agahiyan, civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya Hêzên Siyasî yên Iraqê doh bêyî beşdarbûna Tevgera Sedr dest pê kir.

Rêveberên Çarçoveya Hemahengî, yanî nûnerê Hevpeymana Dewleta Yasa, Eniya Hîkme, Hevpeymana Fetih, rêveberên Kurd û Sunî tevlî civîna ‘Diyaloga Nîştimanî’ bûne.

Li aliyê din ofîsa serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr jî da zanîn ku ti nûnerên Tevgera Sedr tevlî civînê nebûne.

Dadgeha Federal rûnitin da paş 

Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe ya doh de biryar da ku dema biryardana li ser hilweşandina parlamena Iraqê heta 30’yê Tebaxê bide paş.

Beriya niha, Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr hefteyek mohlet dabû dadgehê da ku biryara xwe li ser hilweşandina parlamena Iraqê eşkere bike. 14’ê Tebaxê jî Encûmena Dadwerî ya Iraqê bersiva Sedr da û got, ew nikarin parlamena Iraqê hilweşînin û daxwaz kir dadgehan tevlî pirgirêkên siyasî nekin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.