SILAVA EBDUREHMAN
ANHA/QAMIŞLO
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe ya 15’ê Îlonê de gotibû: "3'yê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li devera berxwedanê ya Girê Sor rê û rêbazên li dijî mirovahiyê bi kar anîn, gazên kîmyewî bi kar anîn.“
HPG'ê ragihand ku di êrişê de 3 gerîla şehîd bûne: Hîva Mamo (Delal Qamişlo), Rama Şemdîn (Zinarîn Welat) û Celal Ozcan (Botan Ozgur).
Rama Şemdîn (Zinarîn Welat) 1997’an li Hesekê ji dayik dibe, di malbateke welatparêz de mezin dibe. Şehîd Zinarîn sala 2013’yan tev li nav refên gerîla dibe.
Apê şehîd Zinarîn, Musleh Hac Ebdî got, "Şehîdxistina 3 gerîlayan bi çekên qedexekirî, sûcekî şer ê li dijî mirovahiyê ye. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, dewleta
Tirk di mehekê tenê de 157 caran çekên kîmyewî bi kar anîne." Dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li Efrîn, Serêkaniyê û Başûrê Kurdistanê jî bi kar anîn û ev yek hat belgekirin. Têkildarî wê Ebdî got, "Wek ku qetilkirina Kurdan ji bo wan rewa û helal e."
Ebdî bang kir û xwest lêpirsîn derbarê vê yekê de werin kirin û ji ber sûcên wê hesab ji dagirkeriya Tirk bê pirsîn: "Belge hemû îsbat dikin ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî zarokên me yên ku xak û gelê xwe ji dîktator Erdogan diparastin, bi kar anîne û bi çekên kîmyewî zarokên me şehîd bûne.“
Dewleta Tirk ji dewletên ku peymana çekên kîmyewkî (CWC) îmze kiriye, ew peyman di 1997’an de hate îmzekirin ku li gorî wê bikaranîn, bipêşxistin, çêkirin, depokirin û veguhastina çekên kîmyewî qedexe ye.