- Pervîn Buldan: Li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran tê birêvebirin. Îmrali mînaka bêhiqûqî û bêdaletiya li welat e. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî, bal bire ser siyaseta rêya sêyemîn û got, “Rêya sêyemîn, raya giştî ya demokratîk a li derveyî hêzên serdest û kedxwar mayî bi xwe ye.”
Bûldan di civînê debi bîr xist ku wan beriya bi çend rojan civîna hevserokên bajaran li dar xistiye û nexşerêya xwe eşkere kiriye. Bûldan got, tevî hemû zextên li ser HDP’ê jî bi fikr û rêxistinbûyîna xwe rêya HDP’ê ronî ye û alternatîfek demokratîk e.
Bûldan derbarê siyaseta rêya sêyemîn de got: “Dema em qala rêya sêyemîn dikin, demildest wek tifaqa hilbijartinê fêm dikin û dixwazin wisa maneyê bidinê. Naxêr. Niha di rojeva HDP’ê de tifaqa hilbijartinê nîne. Tifaqa herî mezin tifaqa demokrasiyê ye. Armanca me ew e ku em îqtîdareke demokratîk biafirînin.
Rêya sêyemîn demokratîkbûn e
Bi vê armancê em dixwazin bi hemû aliyên civakî û siyasî yên muxalîf, hêzên aştî û demokrasiyê, rewşenbîr, hunermend, demokrat û welatiyên xwedî wijdan re bimeşin. Em dixwazin bi wan re li ber xwe bidin. Siyaseta rêya sêyemîn ew siyaset e ku li dijî siyaseta hêzên serdest û kedxwar e û rêya sêyemîn, raya giştî ya demokratîk bi xwe ye. Tevahiya bindestan e. Terzekî klasîk yê muxalefetê qebûl nake. Polîtîkaya xwe nerm dike û wek di hilbijartinên dawî de bandora xwe dike dîrokî. Rêya sêyemîn xwedî xeteke şoreşgerî ya ekolojîk, têkoşîna jin û ciwanan dihewîne, dewletê ji bo demokrasiyê nerm dike û gelan, bindestan û demokrasiyê temsîl dike ye.”
HDP wê di rêveberiyê de be
Divê baş were zanîn, HDP wê serketina xwe her biparêze û teqez wê di rêveberiya welat de cih bigire. Xewna demokrasiyê ya gelên me wê pêk were.
Li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran tê birêvebirin. Îmrali mînaka bêhiqûqî û bêdaletiya li welat e. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.
Rojên ku wê qesr derabeya xwe deyne, nêzîk in. Gel wê wisa hesab ji van zaliman bixwaze ku gêj bibin.
Bi fesixkirina Peymana Stenbolê re her roja ku diçe, tundiyali dijî jinan û kuştina wan zêde dibe. Polîtîkaya dijminatiyê ya li dijî jinan dewam dike. Hefteya bihurî li Amedê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin. 8 jin hatin girtin.”
ENQERE