Guldexwîn û ax

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Cotmeh 2023 - 04:39

  • Pel difûrin ji temenê salnameyan û pêl radibin ji kêlên bişkokên rêz û razên guldexwînan. Dibînin ên herî delal û hêja bi her du bîrên çavên xwe bîra çarenûsa bibîranînên ku her di heman kêlîyê de û di heman nexşeyê de bang û olan dide. 

BURHAN ÇELÎK

Her roj helbestek dişewite li xerîbiyan. Û her roj serê gotinan diêşe li dûrahiyan. Her şev al dibe roniya rojê. Her sibeh gul bi stiriyên xwe vedike li rojê. Û di her vebûna gulê de bi stiriyên xwe wateyeke geştir derdikeve ji bin perdeya xewnên veşartî. Di xewnên ku hêj ronahiya rojê nedîtine û bi dîtîna serê sibehan de li bin çirûskên rojê sipêdeyê dihewîne di hundirê hundirê xwe de. Hebûn dibe navê xewnerojka pelweşîna gunehên gulê. Gul bi gunehan û guneh jî bi gulê û stirî bi her dûyan jî dûrtir û wêdetir xwe bi xemlên cuda yên wekî êş û janên bêpênase terîf dike. Wateyeke lêgerînên bêbersivmayî û lêgerînên di nava lêgerînan de windabûyî ewê çiqasî karibe derkeve hişmendiyên ku bi qirkirinan re rû bi rû mane. Ew yek parodiya dawî, sahneya destpênekirî û çîroka nîvcomayî ye. Ev yek li ber deriyan nedîtina sihên di meşan de veşartî ye. Ev yek kilama şewitî û coşa pêl pêlî ya çavên westiyayî ye. 

Dişewite helbest… 
Diqîre peyv… 
û hêma…
Hêmayên mîna al, azadî û agir…

Digere evdal… Dimeşe kulîlk… Û dibeze dem. Diherike kanî… Dibêje ba… Û dibîne xoşewîst. Ma qey ev ne romana her kesî bû. Ma qey ev ne romana her kesî ye. Ma qey ewê nebe romana her kesî. Romana wekî xêz û xetên erdnîgariya xeyalên dê, bav û kal û pîran… Yên pîrê dilan. Û nifirên dê û bavan. Hey looo ma çiqasî bi nêz û çiqasî dûr e mîna reşnivîsên li eniya her kesî ku yên din dikarin mîna eynikê xwe tê de bibînin. Belê û yên ku dikarin çavên xwe lê bigirin û jê bigerin. Dûr û nêz e. Kur û dûr e. Reş û spî, sor û şîn e. Hem şîn e hem jî şahî ye… Kî û ji kê re, ji çi re…

 

Geş dibe agirê helbestê bi kîte kîte      

Belêêê belê… Ne zehmet e; bilindkirina ala rengîn li ser alayan û di bin ronahiya rojê de. Ne guneh e; xwesteka vekirina gulan bi keskesoran û bi kesk û soran. Û ne qedexe ye; bêhneke azad standin ji hemû qirêjiyan bêpar; mîna axa sor, berfa spî û behra şîn. Pel dihejin bi dengê çûkên sermest ên ji koçberiyan tên û diçin. Pel diweşin bi rengên demsalên li her meha ku kirasekî cuda li xwe werdigire. Pel difûrin ji temenê salnameyan û pêl radibin ji kêlên bişkokên rêz û razên guldexwînan.

Dibînin ên herî delal û hêja bi her du bîrên çavên xwe bîra çarenûsa bibîranînên ku her di heman kêlîyê de û di heman nexşeyê de bang û olan dide. Û ji şaneşîna rabirdûya kevnar a dîroka kesên dinê radipêçin kefiya bi tayê evînê honandî. Û dem diçe, demsal diçe, kîşwer diguhere; dimîne baran, dimîne av û ax. Û dibare bi ser gulan de, bi ser axa ku bi hêviyan hatiye şûştin. Hêvî bi baranan têne şûştin, bi baranên ji ewrên ser welêt dibarin. Û şîn dibe û aj dide û aş dike dilan, dildaran… Bi qasî stêrkan şewqdar û bi qasî heyva çardeh rojî ronî. Li çol û çiyan, li lat û zinaran, li sarinc û şikeftan ji nû ve geş dibe agirê helbestê bi kîte kîte û bi hêma hêma… Gul û helbest, stêrk û şev… Şev û xemla stêrkan; ax, al û azadî… Ji ku derê dest pê dike ev helbest, ji ku de bi rê ve diçe, tenê dil dizane, bi tenê gul dizane… Di tehma dirûşman de û di bêhna kulîlkan de…

Û pişt re 
Gul di helbestan de dijiya
Û min xwe bi stêrkan dinixumand 
Her şev.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.