- Balîna yan jî hûtên behrê hemû ji avê derdikevin û gelek ji wan jî xwe çip dikin.
Balîna yan jî hûtên behrê hemû ji avê derdikevin û gelek ji wan jî xwe çip dikin. Herçî orka ne, yanî balînayên herî nêçîrvan in, ew dikarin bi leza herî zêde xwe soba bikin. Ew saetê 55 kîlometre bi lez dibin.
Lê esas gava nêçîrê dikin, ew dikarin bifirin! Balînayekî orka ê 8 tonan giran, dikare ji avê derkeve û ji avê 4 metro û nîvan bilind dibe. Yanî xweşik difire. Wênegir Christopher Swann, wêneyî orkayekî nêçîra yûnisekî dikir, girtiye û tê de orka eşkere difire xuya dike. Ev wêne di kitêba wê ya bi navê “seeking leviathan” de hatiye weşandin.
Wêne: Christopher Swann, di kitêba Seeking Leviathan de.
NAVENDA NÛÇEYAN